Jina çawîşê pisor lêda jiyana xwe ji dest da 2020-06-08 14:21:19     WAN - Çawîşê pispor, bi wesayita ku bi kar dianî li jina 70 salî Nafiye Alici ya ku derbasî aliyê din ê rê dibû da. Nafiye li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Wanê ya Artemêtê li taxa Kurbaşê, wesayita ku du çawîşên pisro ji bo biçin Colemêrgê tê de bûn, li jina 70 salî ya bi navê Nafiye Alici ku ji minubusê dadiket û derbasî alyê din ê rê dibû da. Tîmên tendirustiyê cenazeyê Nafiyeyê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.    Şahidên bûyerê diyar kirin ku polîsan ji bo fîadeya çawîşan bigirin ew birine emniyetê.