Plana Çalakiya Pêşîgirtina Lezgîn: Hewcedarî bi planên lezgîn hene 2020-06-08 10:17:30   Safiye Alagaş   STENBOL- Di pêvajoya pandemîyê de barê jinan giran bû. Ji bo pêşî li şîdetê bê girtin, hewcedariyên fîzîkî, aborî û derûnî jî bê çareserkirin kampanyaya ‘Plana Çalakiya Pêşîgirtina Lezgîn’ hat destpêkirin. Jinên kampanya vegotin, banga piştgiriyê kirin.   Pêkhateyên Komxebata Navendên Piştevanî û Stargehên Jinan, ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan kampanyaya ‘Plana Çalakiya Pêşîgirtina Lezgîn’ da destpêkirin. Mor Çatin û Weqfa Piştevaniya bi Jinan re (KADAV) jî pêşengên kampanyayê ne. Dildara Mor Çati û ji Sekreteryaya Komxebatê Elîf Ege, diyar kir ku wan ji bo têkoşîna li dijî şîdetê her tim plana çalakiyê daxwaz kirine û bi taybet jî pêvajoya vîrusê ev ferz kiriye. Elîfê got di rewşên wisa lezgîn de hewcedarî bi planên wisa yên ku jinan ji bîr nakin heye û wiha got: “Me ji bo vê kampanyayek da destpêkirin. Di vîrusê de me dît ku stargeh venebûn. Tenê kesên rastî şîdeta fîzîkî hatine û rapora wan ya derbê heye girtin. Li gorî qanûna 6284 rapora derbê nayê xwestin. Jin tenê rastî şîdeta fîzîkî nayên. Divê em li ber çavan bê girtin, alîkariya civakî ji bo jinan bê fikirîn, piştgiriya onlîne bê dayîn, ALO 183 bê xurtkirin.”   ‘Jin nikarin xwe bigihînin 183’an’   Elîfê ev tişt daxuyand: “Jin di pêvajoya vîrusê de rastî êrîşan hatin. Jinên li 183 geriyan jî xwe negîhandin kesî. Her wiha bersiv hatibe dayîn jî kes bi wan re eleqeder nebûye. Agahiyên şaş, kêm û şûnde vedigerînin didin. Dema pêvajoya vîrusê hat destpêkirin me lêpirsîn kir ku em çi bikin. Di vê pêvajoyê de tefonên me vekirî bûn û me serlêdan girtin. Di nava pêkhateyên me de yên telefonên wan 24 saetan vekirî, hebûn. Yanî dayîna piştgiriyan berdewam kir. ”   ‘Lîsteyeke me ya daxwazan her tim hebû’   Elîfê destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê de her tim lîsteyeke wan ya dirêj ya daxwazan hebûye û ev tişt bi lêv kir: “Vê hefteyê me daxwaz kir ku Alo 183 tenê bibe xeteke ku piştgiriyê dide jinan. Dema ku xeteke hevpar ya ji bo gazî, kal û pîr, astengdaran be xebateke xweser jî ne pêkan e. Me daxwaz kir ku xeteke ji bo jinan 24 saetan dixebite hebe. Daxwaza me ya duyemîn jî ev bû ku der barê stargehan de tedbîrên pêwist bên girtin. Wezaretê di vê pêvajoyê de got ‘derfetên starbûn alternatîf hene’ lê dema em berê jinan didin wan bersiv tune. Daxwaza me ya sêyemîn jî der barê alîkariyên civakî de bûn. Alîkariya aborî û piştgiriya kreşan. Em bang li hemû kesî dikin ku piştgiriyê bidin kampanyayê.”   ‘Kampanya ne ji bo hewcedariyên îro tenê ye’   Nûnera KADAV’ê Gunce Beyazer jî ji ber sedema şîdeta ku di pêvajoya vîrusê de derketiye holê plana çalakiya lezgîn derketiye pêş û û daxuyakirin ku daxwazên kampanyayê ne tenê ji bo hewcedariyên îro ne. Gunceyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tecrubeyeke tevgera jinan ya xwe dispêre berê heye. Komxebata Stargehê daxwazên di encama têkoşîn û destkeftiya 22 salan de hatiye bidestxistinê ye. Di vê pêvajoyê de banga çalakiya lezgîn jî ji ber sedemên zêdebûna şîdetê bû. Ne şîdeta fîzîkî be jî di vê pêvajoyê de giranbûna barê jinan, jin anîn asteke zor û zehmetiyê. Der barê vê de me gelek serlêdan girtin. Jinên rastî şîdeta fîzîkî nehatibûn negirtin stargehan û bi mêrên xwedî potansiyela kuştinê re hatin rû hev. Dîsa qanûna înfazê pêk hat. Bi qanûnê re mêrên şîdet pêk anîbûn vegeriyan malên xwe. Jin dîsa bi şîdetê re hatin rû hev. Bi piştevaniya rêxistinên jinan hewl tê dayîn ku ji bin van pirsgirêkan bê derketin. Hemû berpirsyarî jinan daye ser xwe. Ji ber vê jî em bang dikin ku berpirsyarî bên cih.”