'Ji ber kiryarên Rêjîmê me berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser' 2020-06-08 10:10:51   Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Malbata Nesra Leys El-Ebid ku ji ber kiryarên Rêjîma Sûriyeyê li Dêra Zorê, beriya du salan berê xwe dan herêmên Rêveberiya Xweser û li wir jiyana xwe didomînin. Nesra diyar kir ku ligel hemû zehmetiyan jî nafikirin ku vegerin Dêra Zorê û got: "Niha em koçberên li vir alîkariyê didin koçberên ku nû tên."    Di şerê ku li Sûriyeyê ev 9 sal in dewam dike û bi sed hezaran malbat koçber bûn. Lê gelek malbat jî ji ber kiryarên Rêjîma Sûriyê û çeteyan berê xwe dan herêmên Rêveberiya Xweser, li vir bicih bûn. Rêveberiyê hemî pêwîstiyên wan bi cih anî. Malbata Nesra Leys El-Ebid jî yek ji malbatên ku ji ber kiryarên Rêjîma Sûrî ji gundê Tabiya Şamiya yê girêdayî Dêra Zorê, beriya du salan neçarî koçberiyê bûn û xwe gihandin herêmên Rêveberiya Xweser. Derbarê vê mijarê de Nesra Leys El-Ebid ku li gundê Riguba ya girêdayî navçeya Til Temirê, dijî axivî û qala rêwîtiya xwe û malbata xwe kir.   Nesrayê, diyar kir ku ji ber şerê ku li Sûriyeyê rû da, jiyana welatiyan ket xeteriyê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji qetilkirin û revandinê zêdetir talanî û wêranî li herêmên me Dêra Zorê çêbûn. Ne me dikarîbû zeviyek an jî baxçeyek biçanda û ne jî sewal xwedî bikira. Taybet di aliyê avê de me pir zehmetî kişandin. Ji ber wê me berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser û ev du sal in, em di bin sîwana wê de dijîn."   Dixwazin alîkariyê bidin koçberên din   Nesrayê bal kişand ser jiyana xwe ya li vir û got: "Jiyana me li vir pir baş derbas dibe, ligel zehmetiyan jî. Em li vir debara xwe bi xwedîkirina pez û çêlekan dikin. Ev 9 mehên dawî ji ber koçberên Serêkaniyê, Zirgan û gundewarê Til Temirê pirsgirêka nan çêbûye, lê ev çend rojên dawî ji ber pirsgirêka arvan e, min biryar da ku ez tenûrekê çêkim û zehmetiya peydakirina nan çareser bikim û nanê tenûrê jî pir xweş e, taybet dema ku bi hezkirin tê çêkirin."   'Jiyan li Dêra Zorê pir zehmet e'   Nesrayê got ku ew ji ber van kiryaran nikarin vegerin: "Malê me nêzî  bendên Rejîma Sûriyêye, ji bo wê em venagerin, lê eger em bifikirin ku vegerin jî em ê rastî pir kiryaran werin, yek jê eger em derbas bin ew ê gelek pereyan bi qasî pezê me ji me bigrin. Herî kêm li vir em dikarin pezê xwe bi rihetî biçêrînin, baxçeyekî ji xwe re çêkin û nanê me yê ku em bixwin peyda dibe, li wir ji ber kiryarên Rejîmê jiyan pir zehmete."