Dayikên Aştiyê: Li dijî zilmê divê yekitî pêk bê 2020-06-08 09:19:23   AMED - Li dijî êrîş, binçavkirin û girtinan, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Makbûle Ozbek, diyar kir ku li dijî êrîşan divê yekitiya kurdan pêk bê û Nezahat Teke jî got: "Gelo li hemberî ev qas êrîşan em ê çawa bêdeng bimînin?"    Di 22'yê gulanê de li hemberî siyasetmedar, akîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê û endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran operasyonek pêk hat û 12 kes hatin girtin û ji bo Havva jî cezaya hepsa malê hat dayîn. Her wiha wekîltiyên Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û parlamenter Mûsa Farîsogullari hat xistin û piştre jî hatin girtin. Ciwanek li emniyetê bi îşkenceyê re rûbirû ma û ciwanek jî ji ber guhdarkirina strana bi kurdî hat kuştin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê Makbûle Ozbek û Nezahat Teke bal kişandin ser wan geşedanên demên dawiyê û gotin li dijî êrîşan divê yekitiya neteweyî pêk bê.    Makbûle, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hewcedariya yekitiya neteweyî û got: "Hemû dayik êş dikişînin lê êş û kulê dayikên kurdan bêtir mezin e. Bila dayik rabin ser piyan, şiyar bibin û xemsar nebin. Hêza dayikan a ku pêşengiya aştiyê dikin, dikarin pêşengitiya yekitiyê jî bikin. Li ser civaka kurd tirsek tê avakirin. Nirxên me tê talankirin, hebûna me tê qedexekirin, zarokên me tên kuştin; gelo em ê êdî çi bitirsin? Ji ber parçebûyinê me têra xwe êş û jan kişandiye."   'Divê em xwedî li axa xwe derkevin'   Makbûle, diyar kir ku ligel ev qas zilm û zordariyê kurd li benda çi ne û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Hovîtiya ku kurd rûbirû maye li tu deverê cîhanê nîne. Cenazeyên me birin di bin peyareyê de defin kirin û goristanên me hatin texrîpkirin. Heke em ê xwedî li van nirxan dernekevin, gelo em ê kengê xwedî li hev jî derkevin. Divê yekitî pêk bê. Li dijî êrîşan kongreya neteweyî divê bê lidarxistin. Ax û ava Kurdistanê wekî zêr e û li vir dewlet tenê berjewendiyên xwe difikirin. Divê em xwedî li axa xwe derkevin."    ‘Gelo em ê çawa bêdeng bimînin!'   Nezahat, di axaftina xwe de bal kişand ser girtin, xespkirina destkeftiyan û got: "Tiştê ku nehatiye serê kurdan nema ye. Lê îro ‘bila tiştek neyê serê me’ kurd xwe bêdeng dikin. Li cihê ku zilm hebe divê li vir berxwedan hebe. Şarederiyên me hatin xesp kirin û parlamenteriya kurdan xistin û ev şandin girtîgihan. Bi hezaran kurd niha ji ber nasnameya xwe girtî ne. Me tu carî êrîşê ziman û nirxên tirkan nekir, lê îro tirk êrîşê nirx û zimanê me dikin. Ciwanek ji ber zimanê kurdî hat kuştin, gelo vê zortir tiştek heye? Gelo hemûna mirovan bê qedexekirin em ê çawa bêdeng bimînin."   Nezahat destnîşan kir ku aştîxwazî ne pare hemû kesan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zilma ku em dibînin li tu deverê cîhanê nîne. Mînaka herî girîng jî Dayika Xalîse ye. Lê belê tenê dayik dizanin ku ev zilmek çawa giran e. Lê em tu carî nabêjin em mirin bila ew jî bimirin. Em bi yekitiyê dikarin li hemberî berjewendiyên dewletên dagirker têbikoşîn. Bila kurd êdî îxaneta di nava xwe de bi dawî bikin. Li dijî zilmê divê kurd yekitiya xwe pêk bînin.”