Şîraz Hemo: Têkoşîna Leylayê têkoşîna me ye 2020-06-08 09:17:54   Lîlav Elî   ŞEHBA - Hevseroka Meclîsa Rêveber a Efrînê Şîraz Hemo, girtina Leyla Guven şermezar kir û got "Leyla Guven bi sala ne li ber xwe dide û bi dehan caran bi hovitiya dewletê re rûbirû maye. Lê Leyla bi têkoşîna xwe bû xeta berxwedanê. Têkoşîna Leylayê têkoşîna me ye."   Bertekên li dijî betalkirina wekîltî û girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari dewam dikin. Di têkildarê mijarê de Hevseroka Meclîsa Rêveber a Efrînê Şîraz Hemo ji ajansa me re axivî.    Şîraz di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xeta kapîtalîst û qirkirina ku li hemberê gel tê meşandin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Her tim di jiyanê de du xetên dijber hene yek jê xeta tundî û qirkirina gelan e ew jî dewletên hegomonîk temsîl dike û ya din jî xeta têkoşîna û berxwedanê ye ew jî gelê welatparêz yên ku koletiyê ser xwe qebûlnakin temsîl dike. Ya ku pêşengtiya civakê dike û di xeta têkoşînê de xwe bi rêxistin dike ew jî jin e. Dewletên hegomonîk hebûna jinan weke xeteriyê ser siyasetên xwe dibînin.”    'Leyla bi têkoşîna xwe bû xeta berxwedanê'    Şîraz, destnîşan kir ku vîn û baweriya jinê di şoreşa Rojava de gihaşt asta herî jor û got: "Dewletên hegemonîk ên weke dewleta tirk dixwazin rê li ber vê vînê bigirin û jinan mecbûrî koletiyê bikin. Jin bi têkoşîna xwe hewildanên têkbirinê vala derdixin.”     Şîraz, bal kişand ser girtina Leyla Guven û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dewleta tirk a dagirker bi siyaseta xwe ya qirêj her tim hewaldana şikandina vîna Gelê Kurd di şexsê jin de dide meşandin. Herî dawî jî ji ber ku ciwanekî kurd stranên kurdî guhdar kir bi rengekî hovane hat qetilkirin. Her wiha parlementera Colemêrgê ya HDP'ê Leyla Guven ji aliyê dewleta tirk ve hat girtin û ceza lê hat birîn. Ev hemû dide nişandan ku dewleta tirk bi van kiryaran gelê me ji berxwedanê dûr bixe û wan bi tirsîne. Leyla Guven bi têkoşîna xwe bû pêşenga xeta berxwedanê.”      Şîraz, di dawiya axaftina xwe de wiha behsa berxwedana Leyla Guven kir: "Leyla Guven bi sala ne li ber xwe dide û bi dehan caran bi hovitiya dewletê re rûbirû maye. Leyla Guven bû mînaka jina berxwedêr a li hember hemû siyasetên qirkirina mirov û jinan. Helbet dewleta tirk jî vê yekê weke xeteriyê ser siyaseta dewleta xwe dibîne. Mirovên wisa xwedî rol dişînin girtîgehan. Piştgiriya ji bo berxwedana Leyla Guven erkê me hemû jinan e."