ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-08 09:00:00   * Bi germbûna hewayê re xweza xwe bi kulîlkên cur bi cur xwe dixemilîne û yek jî wan deveran gundê Elemûn a navçeya Qilebana Şirnexê ye, bi xweşîktiya xwe mirovan sermest dike. BI DÎMEN    * Malbata Nesra Leys El-Ebid ku ji ber kiryarên Rêjîma Sûriyeyê li Dêra Zorê, beriya du salan berê xwe dan herêmên Rêveberiya Xweser û li wir jiyana xwe didomînin. Nesra diyar kir ku ligel hemû zehmetiyan jî nafikirin ku vegerin Dêra Zorê û got: "Niha em koçberên li vir alîkariyê didin koçberên ku nû tên." BI DÎMEN    *Hevseroka Meclîsa Rêveber a Efrînê Şîraz Hemo, girtina Leyla Guven şermezar kir û got "Leyla Guven bi sala ne li ber xwe dide û bi dehan caran bi hovitiya dewletê re rûbirû maye. Lê Leyla bi têkoşîna xwe bû xeta berxwedanê. Têkoşîna Leylayê têkoşîna me ye." BI DÎMEN    *Li dijî êrîş, binçavkirin û girtinan Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Makbûle Ozbek, diyar kir ku li dijî êrîşan divê yekitiya kurdan pêk bê û Nezahat Teke jî got: "Gelo li hemberî ev qas êrîşan em ê çawa bêdeng bimînin?"  BI DÎMEN    *Piştî destpêkirina pêvajoya asayîbûnê esnafan dikanên xwe vekirin û derbasê ser karê xwe bûn. Esnaf hem li hemberî vîrûsa koronayê û hem jî li hemberî qeyrana aboriyê bi fikar in. Esnafên jin ên Amedê dijîn gotin: "Di pêvajoya tedbîran de deynê me zêde bû û niha jî kargeh vebûn lê muşterî nayên. Em bi her awayî zerarê dikin divê hikûmet alîkarî bide esnafan." BI DÎMEN    * Li Mêrdînê bi hatina demsala havînê re, gêlas jî gihiştin. Jinan dest bi komkirina gêlasan kirin, lê ji ber şert û mercên hewayê yên îsal berhem jî kêm e. BI DÎMEN    * Esnafên ku bi pêvajoya normalbûnê re dikanên xwe vekirin wiha gotin: “Çawa me dikan vekirin, em bi fatureyên sê mehan, kirê re hatin rû hev.” BI DÎMEN    *Di pêvajoya pandemîyê de barê jinan giran bû. Ji bo pêşî li şîdetê bê girtin, hewcedariyên fîzîkî, aborî û derûnî jî bê çareserkirin kampanyaya ‘Plana Çalakiya Pêşîgirtina Lezgîn’ hat destpêkirin. Jinên kampanya vegotin, banga piştgiriyê kirin. BI DÎMEN    *Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, diyar kir ku xistina parlamenteran yek ji darbeyên dîroka Tirkiyeyê ye û got: “Tu polîtîkaya ku li ser înkar û îmhaya Kurdan hatiye meşandin negihiştiye serkeftinê. Berovajî vê têkoşîn mezin bûye.”BI DÎMEN    *Li Mêrdînê bi hatina demsala havînê re, gêlas jî gihiştin. Jinan dest bi komkirina gêlasan kirin, lê ji ber şert û mercên hewayê yên îsal berhem jî kêm e. BI DÎMEN