Komîteya Jin a Meclîsa Herêma Efrînê girtina Leylayê şermezar kir 2020-06-07 16:48:51   ŞEHBA - Komîteya Jin a Meclîsa Herêma Efrînê bi daxuyaniyekî girtiya Leyla Guven şermezar kir û got: "Êdî kiryarên dewleta tirk gihaştiye lutkeyek herî bilind. Divê saziyên navneweteyî û rêxistinên mafên mirovan bêden nemînin."   Komîteya Jin a Meclîsa Herêma Efrînê bi daxuyaniyekî girtina Leyla Guven şermezar kir. Daxuyanî li Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê hat dayîn. Di daxuyaniyê de Rêxistina Kongreya Star û Endamên Meclîsa Efrînê amadebûn. Her wiha di daxuyaniyê de wêneyên Leyla Guven hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Herêma Efrînê Rizgar Lolo ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Sed sal in dewleta tirk li hemberê Gelê Kurd û bi taybet jî li bakurê Kurdistanê polîtîkayên xwe yên kuştin, komkujî, binçavkirin, girtinê didomînin. Di demên dawiyê de bi dehan hevşaredar, hevserok û kesên ku ji hêla gel ve hatî hilbijartin hatin binçavkirin û girtin.    Binçavkirina parlementera Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Leyla Guven a ku bû nimûneya berxwedanê ji bo tevahî mirovahiyê, dema ku 200 rojî ji bo maf û azadiya mirov li ber xwe da. Faşîzma Erdogan mîna her carê siyasetmedarên kurd ên ku ji bo mafê civakê xebat dikin girt. Kiryarên ku li hemberî Leyla Guven pêk tê li Efrînê jî heman kiryar tên kirin. Her du feraset j hevdû qut nîne û li dijî vîna jinê êrîş dikin.    Banga me ji bo hemû saziyên navnetewî û rêxistinên parastina mafê mirovan heye ku bêden nebin. Êdî kiryarên dewleta tirk gihaştiye lutkeyeke herî bilind. Bi kuştin, qetilkirin, koçberî û dagirkirinê dixwaze serweriya xwe mayinde bike. Divê jinên cîhanê ji bo Leyla Guven bêdeng nemînin û Leyla ji bo hemû jinan têkoşîn daye. Em xwedî li Leylayê derdikevin."    Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.