Ji 4 navçeyên Amedê daxuyanî: Hûn nikarin vîna jinê teslîm bigirin 2020-06-07 16:36:45   AMED - TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê li Çinar, Bismil, Farqîn û Erxaniyê li dijî girtin û betalkirina wekîltiya Leyla Guven û Musa Farisogullari, daxuyaniyek dan û gotin: "Îqtîdar bi polîtîkayên zext û zordariyê nikare hilweşandina xwe bide sekinandin. Em wekî rêhevalên Leylayê carek din dibêjin ku hûn nikarin vîna gel û jinê teslîm bigirin."   Di 5'ê hezîranê de parlamenteriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari hat betalkirin û û piştre ji Leyla û Mûsa hatin girtin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê yên li Erxanî, Farqîn, Bismil û Çinara Amedê daxuyanî hatin dayîn. Aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê tevlî daxuyaniyan bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên wekî "Jin li hemberî zilmê serî natewînin", "Jin jiyan azadî" û "Dest nede vîna min" hildan. Li Erxaniyê aktîvîsta TJA'yê Emîne Çîçekdal, li Farqînê Halîme Soner, li Çînarê Salîme Fîdan û li Bismilê jî Nebîbe Uyguner daxuyanî xwend.    Daxuyaniya hevpar ya ku li Erxanî, Farqîn, Çînar û Bismilê hat xwendin wiha ye: "Di pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de li hemberî Gelê Kurd darbeyek pêk hat. Îqtîdara AKP û MHP'ê li hemberî gelan û bi taybetî ji li hemberî jinan polîtîkayên xwe yên dijminatiyê didomîne. Bi talîmatekî wekîltiya Leyla û Mûsa hat xistin. Her wiha bi biryarek din jî hatin girtin. Lê divê bê zanîn ku bi polîtîkayên zext û zordariyê nikarin hilweşandina xwe bidin sekinandin.    Goristan hatin texrîpkirin û cenaz bi rêya kargoyê hatin şandin, ev tişt li dijî nirxên mirovatiyê ye. Lê jin û gel dê tu carî li hemberî polîtîkayên faşîzane serî natewînin. Leyla emrê xwe ji bo jiyaneke azad da û Leyla vîna jinê ye jî. Em wekî rêhevalên Leylayê carek din dibêjin ku hûn nikarin vîna gel û jinê teslîm bigirin."