Jinên li Mêrsînê: Em ê li dijî darbeyê têkoşîna xwe bidomînin 2020-06-07 15:09:43   MÊRSÎN - Li dijî girtin û betalkirina wekiltiya Leyla Guven û Mûsa Farisogullari li Mêrsinê jinan daxuyanî dan û gotin: “Yên hatin girtin ne kesin vîna gel e. Leyla tê wateya mezinkirina berxwedanê. "   Bertek û nerazîbûnên li hemberî girtin û betalkirina wekîltiyên Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogullari didomin. Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê, endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), li avahiya HDP'ê ya bajêr daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî darbeya li ser vîna xwe li ber xwe bidin” vekirin û dirûşmeyên “Jin jiyan azad” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” berz kirin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Gulhabar Şofer ve hat xwendin.    Gulbahar, girtina parlamenteran weke “yek ji kiryarên faşîsmê” nirxandin û wiha axivî: “Parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglû ji ber şewbê berdan. Lê du wekîlên HDP’ê bernedan. Ev parçeyeke êrîşên li ser partiya me ye. Em ê tu carî van kiryarên faşîzmê qebûl nekin. Faşîzm ne tenê pirsgirêka HDP’ê ye di heman demê pirsgirêka hemû kesiye. An em ê hemû bi hev re rizgar bibin an jî em ê hemû bi hev re bin kevin. Ji bo vê divê em têkoşîna û berxwedana xwe ya hevpar mezin bikin. Yên hatin girtin ne kesin vîna gele. Em jin em ê li dijî vê darbeye dest ji têkoşîna xwe bernedin. Dîroka me bi Leylayan tijeye. Leyla tê wateya mezinkirin berxwedanê. Leyla vîna hemû jinane.”   Piştî axaftinê daxuyaniya jinan bi berzkirina tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.