Ji Meclîsa Jinan a HDP’ê kampanya: Dê li dijî êrîşan li qadan bin 2020-06-07 12:33:12   ENQERE - Li dijî êrîş û xespkirinê Meclîsa Jinan a HDP’ê kampanyayek dide destpêkirin û di pêvajoya kampanyayê de jin dê li qadan bin.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê li dijî êrîşên li ser destkeftiyên jinan zêde bûne, dest bi kampanyaya mehekê dike. Meclîsa Jinan HDP’ê, wê starta kampanyeya xwe dê sibehê li Enqereyê bide. Jin wê di çorçoveya kampanyayê de, li dijî kedxwariyê, şer, tecrîd, tundî, îstîsmara zarokan, desthilatdariya zilam, ne wekheviya zayendî ya civakî, xizantî, cudakarî, nijatperestiyê, netewperestiyê, gotinên kîn û hirsê bimeşin.   Meclîsa jinê wê di heftiya ewil a kampanyayê de, wê îtîrazên xwe yên ji bo “qanûna êrîşa zayendî” bînin ziman û dakevin qadan. Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li bajar, navçe û taxan bi jinan re bên gelhev û li Meclîsê wê dengê jinan ragihînin.   Meclîsa jinê wê di hefteya duyemîn de, li dijî “Qanûna Înfazê” ya ku girtiyên siyasî ji derveyî wê hatin hiştin dakevin qadan û di çarçoveya kampanyayê de wê li ber girtîgeh û edliyan daxwazên jinan bînin ziman.    Jin wê di hefteya sêyemîn de jî, îtîrazên xwe yên li dijî qeyûman bînin ziman. Meclîsa jinê, bi taybetî wê li bajarên qeyûm tayînê şaredariyên wan hatin kirin dakevin qadan û bertekên xwe nîşan bidin.    Jin di hefteya dawiyê de jî li dijî tundiya li ser jinê û xwekuştina jinan çalakiyên cur bi cur li dar bixin. Meclîsa Jinê ya HDP’ê, wê heya dawiya kampanyayê, li gund, tax û kolanan rêxistinbûyîna jinê bi hêz bike û ji bo vê xebatan bi rêve bibe.   Meclîsa Jinan a HDP’ê, di heman demê de wê di çarçoveya kampanyeyê de, bi jinên Elewî, Roman û penaber re jî, bên gelhev.