Ji Leyla Xalid peyama piştevaniyê: Em ê bi hev re qezenç bikin 2020-06-07 11:04:23   ENQERE - Derbarê girtina Hevseroka KCD'ê û parlamenter Leyla Guven û parlament Mûsa Farisogullari de Endama Polîtburoya FHKC’ê Leyla Xalid, peyam şand û got: “Em Fîlîstînî jî, ji ber dagirkeriya Siyonîst heman êşan dijîn. Emê bi hevre qezenc bikin.”     Endama Polîtburoya Eniya Rizgariya Gelê Fîlîstînê (FHKC) Leyla Xalid, derbarê betalkirina parlamenteriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullarî û girtina wan de, peyama piştevaniyê şand.    Xalid di peyama şand de wiha got: “Rêhevalên xoşewîste; em xemgîn bûn ku hûn rêhevalên me yên ku em ji we hes dikin û rêzê didin we hatin girtin. Ez li ser navê gelê xwe û rêhevalên xwe, piştevaniyên xwe ji were û girtiyên di girtîgehên Tirk de pêşkêş dikim. Em Fîlîstînî jî, ji ber dagirkeriya Siyonîst heman êşan dijîn. Ji kerema xwe re silavên min li hemû rêhevalên di girtîgehan de bikin. Em ê bi hev re qezenc bikin! Rêhevala we Leyla Xalid.”