Li Amedê 3 kes hatin binçavkirin 2020-06-07 10:13:00   AMED - Li Amedê polîsan bi ser malan de girt û 3 kes binçav kirin.    Li Amedê 3 kes serê sibêhê hatin binçavkirin. Endama Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen, endamê Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Eşref Mamedoglu û endama PM'ê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ramazan Dengîzî hatin binçavkirin. Her wiha polîsan serê sibehê bi ser mala endama Komeleya Jinan a Rosayê Gulîstan Nazlier de girtin, lê ji ber ku Gulistan ne li malê bû nehat binçavkirin.    Her wiha di 22'yê gulanê de li Amedê di çarçoveya operasyonê de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosa û siyasetmedar bi tevahî 18 kes hatibûn binçavkirin û di nav wan de 12 kes hatibûn girtin. Her wiha ji bo endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran jî biryara hepsa malê hatibû dayîn.