Ji Meclîsa Jinan a HDP’ê ‘em ê bibin pêşengên têkoşîna demokrasiyê’ 2020-06-07 09:14:23   ENQERE - Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Îlknur Bîrol, diyar kir ku wê Belgeya Helwestê ya ku HDP’ê aşkere kiriye li kolanan bikin meriyetê û got ji bo hemû bindestan hewcedarî bi nexşerêyek nû heye û got wê meclîsa jinan li eniya pêş be.   Hevserokên Giştî yên HDP’ê di rojên borî de Belgeya Helwestê aşkere kirin û di metnê de 9 sernav cih digirin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Îlknur Bîrol der barê belgeyê de û xeta têkoşîn û rêxistina jinê de axivî.   Îlknurê destnîşan kir ku ev demek dirêj bû hemû lijneyên HDP’ê, rêxistinên wê yên navenda û navçeyan xeta dema nû nîqaş dikirin û got: “Ji bo hemû pêngavên otorîter bi riya demokrasiyê bê çareserkirin, biryara girîngiya hatina gel hev û têkoşîneke hevpar hat girtin. Belgeya Helwestê bi tifaqa demokrasiyê re, bûn pêngavek rojane. Belgeya Helwestê tê wateya di siyaseta demokratîk û yekîtiya demokrasiyê de israr. Hewcedariya hemû bindestan bi nexşerêyek nû û demokrasiyê heye. Belgeya Helwestê di vê mijarê de jî gelek girîng e.”   ‘Newekhevî û xizanî zêde bûye’   Îlknurê gotinên xwe wiha berdewam kir: “Tifaqa AKP û MHP’ê mafê xeyalê jî ji welatiyan girtiye. Di vê pêvajoya ku her tişt ji şîdetê xwedî dibe, newekhevî û xizanî zêde bûye, talana xwezayî gihiştiye astek dijwar, îstîsmara zarokan û şîdeta li ser jinê zêde bûye, mirov dixwazin riyekê bibînin. Riya vê jî têkoşîn e. Mafê demokratîk û azadiyê di asta gerdûnî de hatine nasîn. Ji ber vê divê ev maf bên radestkirin.”   Sernavên di belgeyê de   Îlknurê bal kişand ser sernavên di belgeyê de û diyar kir ku wê ji bo pergala edeletê bikeve bin ewlehiyê û bigihêje pergaleke edaletê wê têbikoşin. Îlknurê her wiha da zanîn ku jin di alî aborî de jî hawireke bi ewle dixwazin û got pêkan e ku jiyanek bi hemû derfetan bê jiyîn û ked erzan neyê firotin. Îlknurê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Li hemû cîhan û Tirkiyeyê karker û kedkar beramberê keda xwe nagirin. Di pêvajoya pandemiyê de ev zêdetir bû. Şertên xebata koletiyê tê ferzkirin û mafên rêxistinbûnê tên bêbandorkirin. Di nexşeriyek nû de divê hemû aliyê demokratîk bên cem hev. Ev hewcedariyeke mezin e. Ger mirov ji otorîte û rejîma zextxwir xilas bibin, demokrasî jî pêkan e.”   ‘Meclîsa jinan bi tevgera jinan re ye’   Îlknurê destnîşan kir ku bi daxwazên hevpar dikarin di faliyetan de bibin yek û bi lêv kir ku ji bo daxwaz li hemû civakê belav bibe, divê her kes bê gel hev. Îlknurê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Meclîsa jinan demek dirêj e xebatan dimeşîne. Bi tevgera jinan re, di rojeva jinan û nokteya rêxistinbûna jinan de pêngav hatin avêtin. Meclîsa me ya jina jî wê di têkoşînê de her tim li eniya pêş be.”