Jinên Şirnexê: Leyla Guven sembola têkoşîna jinê ye 2020-06-07 09:09:02   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Jinên Şirnexê, bertek nîşanî betalkirina parlamenterî û girtina Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û parlamenter Musa Farîsogularî yê Amedê dan û wiha gotin: “Ev êrîş darbeyek siyasî ye û bi salane didome. Leyla Gûven sembola têkoşîna jinê ye. Divê em xwedî li siyasetmedarên ku vîna me ne derkevin.”   Piştî parlamenteriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemergê Leyla Guven û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogullari li meclisê betal kirin, hatin binçavkirin û girtin. Bertek û nerazîbûnên li hemberî betalkirina parlamenterî û girtina parlamenteran mezin dibin. Jinên Şirnexê jî bertek nîşanê vê rewşê dan û anîn ziman ku êrîşa li dijî Leyla Gûven li dijî hemû jinan hatiye kirin.    ‘Bi salan e îqtîdara AKP’ê vê darbeya siyasî didomîne’   Hevseroka HDP’ê  ya Şirnexê Sabuha Akdag, bertek nîşanê biryara hat dayîn da û got betalkirina parlamenteriya parlamenterên HDP’ê li dijî demokrasiyê ye. Sabûha, got darbeya ku li dijî du parlamenterên HDP’ê hatiye kirin li dijî demokrasiyê hatiye kirin û domand: “Em vê darbeyê şermezar dikin. Em ê heta dawiyê li ser şopa parlamenter û partiya xwe bin. Em ê li hember van êrîşan tu carî bêdeng nemînin. Ev êrîş û darbeya ku li dijî Leyla Gûven hat kirin li dijî hemû jinan hatiye kirin. Divê em jin xwedî li Leyla Gûven û vîna xwe derdikevin. Ev darbe ne cara yekem e. Beriya çend salan dîsa parlamenteriya gelek parlamenterên me hat betalkirin. Lê me dîsa dest ji têkoşîn û berxwedana xwe berneda. Îqtîdara AKP’ê dixwaze ku me bêdeng û neçar bihêle. Lê em ê tu carî dest ji têkoşîna demokrasiyê bernedin. Bi salanr îqtîdara AKP’ê vê darbeya siyasî didomîne. Ev darbeya siyasî bi taybetî li dijî jinê hat kirin û niha jî li dijî Leyla Gûven hat kirin. Em darbeya li dijî jinê qabûl nakin. Em ê dest ji têkoşîna jinê bernadin û berxwedana xwe mezin bikin.”   ‘Em hemû jinên kurd Leyla ne’   Rêvebira HDP’ê ya Şirnexê Zozan Aksu jî bilêv kir ku biryara di derbarê parlamenterên HDP’ê de hatiye giritn nenas kirina vîna gelan e û wiha pêl da axaftina xwe: “Vê biryarê ne em û ne jî tu kesekî din qebûl nake. Çi dibe bila bibe em jin bertek û nerazîbûnên xwe tim bînin ziman. Ev darbe li dijî vîna gelê kurd hatiye kirin. Bi taybetî jî ev darbe li dijî jinê hatiye kirin. Leyla Gûven sembola berxwedan û têkoşînê ye. Ji ber wê jî li dijî wê ev darbe hat kirin. Lê em jin vê qebûl nakin. Îqtîdara AKP’ê di serî de darbe li dijî şaredariyên me kir û niha jî li dijî parlamenterên me dike. Leyla Gûven vîna gelê kurd û jinê ye. Em ê heta dawiyê li ser şopa Leyla Gûven bin. Em hemû jinên kurd Leyla ne. Em jin tim li her derê û qadê xwedî li nasnama xwe û Leylayê derbikevin. Em bang li hemû Gelê Kurd û jinan dikin ku li dijî vÊ neheqiyê û darbeyê em derbikevin qadan dengê xwe bilind bikin. Werin em bi hev re xwedî li vîna xwe derbikevin. Ev bêhiqûqî nayê qebûlkirin.”   ‘Leyla Gûven sembola jinê ye’   Rêvebira HDP’ê ya navçeya Cizîrê Zîlan Ecevît jî banga xwedîderketina li vîna xwe kir û wiha pê de çû: “Ev darbe ne bi tenê li dijî Leyla Gûven li dijî hemû jinan hatiye kirin. Ev darbeyek siyasî ye. Darbeyên bi vî rengê gelek caran pêk hatin û ev jî berdewamiya wan derbeyan e. Bi taybetî Leyla Gûven a ku hedef hat girtin hem ji aliyê têkoşîna kurd de û hem jî ji aliyê têkoşîna jinê de sembol e. Betalkirin parlamenteriya Leyla Gûven bi pilan hatiye kirin. Îqtîdara AKP-MHP’ê ji ber ku di tengasiyê de mane berê xwe dane HDP’ê. Dibe ku ev êrîş zêdetir û kurtir bibin. Îqtîdar berê xwe dide tim şer û tûndi yê. Em bi tenê dixwazin ku gelê me xwedî li vîna xwe û têkoşînê derbikeve. Divê hemû sazî û komele bertek nîşanê vê biryarê bidin. Em banga xwedîderketina li vîna xwe û têkoşînê dikin.”