'Li Efrînê jin rastî kiryarên qirêj tên û dîsa cîhan bê deng e' 2020-06-07 09:03:33   Xezne Celal   KOBANÊ - Ji Rêveberiya Ofîsa Jinê ya PYD’ê ya li Herêma Firatê Sara Xelîl, derbarê kriyarên ku dewleta tirk û hevkarên wê di derheqê jinan de pêk tînin wiha got: "Kiryarên li Efrînê li dijî jinan pêk tên dûrî pîvanên, ehlaqî, mirovî û navneteweyî ne. Divê mafê van jinan bê parastin."    Dewleta tirk û hevkarên wê li herêmên ku Sûriyeyê dagirkirine, bi taybet jî li Efrînê kiryar û binpêkirinên herî qirêj di derheqê jinan de pêk tînin.   Piştî ku Efrîn ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hat kontrolkirin şûnde binpêkirina mafan bû mijara rojevê. Ji destpêkirina kontrolkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve jin bi revandin, îşkencekirin, tecawizkirin û qetilkirinê rû bi rû tên. Li hemberî van kiryarên dijmirovî civaka navneteweyî bê deng e. Di derbarê vê mijarên de ji Rêveberiya Ofîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a li Herêma Firatê Sara Xelîl ji ajansa me re axivî.   'Namûsa me ax, welat û azadiya me ye'   Sarayê destnîşan kir ku li tevahî cîhanê jin rastî êrîşan tên, rojane bi sedan jin tên kuştin lê ev yek di ragihandinê de nayên eşkerekirin û wiha pê de çû: "Êrîşên li ser jinan beriya 5 hezar salî dest pê kirin û heta roja me ya îro berdewam dikin. Ji dema ku aborî ji dest jinê hat derxistin û jin dûrî qada aboriyê hatin xistin jin bi pirsgirêkan re rû bi rû man. Rast e li tevahî cîhanê êrîş li ser jinan tên meşandin, lê bi taybet jî jinên Kurd her roj di nava êrîşan de ne. Yekemîn dijminê Gelê Kurd dewleta tirk a dagirker e, bi armanca tunekirina hebûn û nasnameya Gelê Kurd a di kesayeta jinan de pilanên qirêj dide meşandin. Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jinan xwe bi rêxistin kirin û di hemû qadên jiyanê de cihê xwe girtin, pêşengtiya şoreş û siyasetê dikin. Dewletên desthilatdar dema pilan dikin ku herêmekê dagir bikin di destpêkê de li ser jinan pilanan didin meşandin. Dixwazin bi navê namûsê êrîşî jinan bikin, lê em wek jinên Kurd namûsa me azadî, ax û welatê me ye."   'Cîhan li hemberî kiryarên dewleta tirk û hevkarên wê bê deng e'   Sayarê di berdewamiya axaftina xwe de behsa kiryarên dewleta tirk kir û wiha domand: "Dewleta tirk li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî  kiryarên wek revandin, îşkencekirin, tecewizkirin û qetilkirina li ser jinan didin meşandin.  Bi rêya van kiryaran armanc dike ku îrade û hêza jinê bişkîne. Rast e em bi van kiryarên dijmirovî  yên ku dewleta tirk û hevkarên wê didin meşandin diêşin, lê  têkoşîn û berxwedana  me li hember van êrîşan xurt e.  Di sala 2014'an dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin bi hezaran jin qetil kirin, revandin û li bazaran firotin, wê demê jinan li seranserê Kurdistanê soza xwe nû kirin û asta têkoşînê li hemberî desthilatdaran bilind kirin. Duh li Şengalê ev bûyer hat jiyîn îro jî li Efrînê tê jiyîn. Îro em dibînin ku di girtîgehên komên çeteyên girêdayî dewleta tirk de jin rastî tecawiz û tacîzê tên. Şerma herî mezin a cîhanê ew e ku li hember van kiryarên dewleta tirk bê deng dimîne û tameşe dike."   'Erka sereke ya jinên cîhanê xwedîderketina li jinên Kurd e'   Sarayê ragihand ku li Efrînê jin bi kiryarên qirêj rû bi rû tên hiştin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta tirk û hevkarên wê li Sûriyeyê herêmêm ku dagir kirine û bi taybet jî li Efrînê, kiryarên qirêj tên. Dewletên navneteweyî berpirsiyarê van kiryaran in. Bangewaziya me ji bo hemû jinên cîhanê û yên navneteweyî ku xwedî li jinên Kurdî derkevin û sînorekî ji kiryarên dewleta tirk re deynin. Ji ber ku dema jinek rastî îşkenceyê û tecawizê tê giştî jinên cîhanê rastî van kiryaran tên. Erka sereke ya jinên cîhanê xwedîderketina li jinên Kurd e. Bi azadiya jina Kurd re tevahî jinên cîhanê azad dibin. Me soz daye şehîd Barîn Kobanê, Hevrîn Xelef û şehîdên jin ên ku çeteyên dewleta tirk bi rengekî hovane ew şehîd xistin û bi cenazeyê wan lîstin, em ê xwedî li doza wan derkevin. Li hember van kiryar û êrîşan em bêdeng namînin û projeya Rêber Apo ya ku ji bo azadkirina jinê daye destpêkirin em ê bidomînin."