Melizya Cesim a makîneyên çandiniyê bi kar tîne: Jin dikare her karî bike 2020-06-07 09:01:18   Elmas Nayif-Nesrin Hesin   ŞENGAL - Jina bi navê Melizya Cesim a ku makîneyên çandiniyê yên cotkariyê bi kar tîne bi lêv kir ku dema ew dixebite hêviyên wê jî zindî dibe û wiha got:"Bavên min cudatî nexist navbera zarokên xwe yên keç û law. Loma bikaranîna makîneyên çandiniyê hînî min kir. Dema ez alîkariya malbata xwe dikim û ez dixebitim hêza min zêdetir dibe."   Melizya Cesim a 17 salî û ji Şengalê ye di navbera du salan de bi alîkariya bavê xwe hînî bikaranîna makîneyên cotkariyê bû. Melizya ya ku makîneyên cotkariyê bi kar tîne anî ziman ku divê di qada xebatê de cudatiya mêr û jinan tune be û wiha got:"Di nava civakê de her dem karê ajokariyê wekî ku tenê yê mêr be hat pênasekirin. Lê demê jin jî dikarin her karî bikin. Bi hêz û îradeya xwe ya xurt jin di karî de cihê xwe dikarin bigirin."   'Dema ez alîkariya malbata xwe dikim û ez dixebitim hêza min zêdetir dibe'   Melizyayê bal kişand ser girîngiya xebatê û wiha got:"Ev du sal in bavê min, min fêrî bikaranîna makîneyên çandiniyê yên cotkariyê kiriye. Bavê min jî ev 30 sal in karê cotkariyê dike. Bavên min cudatî nexist navbera zarokên xwe yên keç û law. Loma bikaranîna makîneyên çandiniyê hînî min kir. Dema ez nû hîn bûm ez bi tirs bûm. Lê niha ez bi rehetî bi kar tînim. Dema ez alîkariya malbata xwe dikim û ez dixebitim hêza min zêdetir dibe. Ez alîkariya bavê xwe dikim. Gelek carî bavê min bi şev jî dixebite. Xebat ji bo mirovan girîng e.  Dema mirov alîkariyê dide hevdu jiyana wan jî aram dibe. Loma ez tu carî xwe ji xebatê dûr naxim."   'Jin dikare her karî bike'   Melizyayê anî ziman ku jinên Şengalê niha di nava gelek karî de cihê xwe digirin û wiha bi dawî kir:"Dema em îro dinêrîn jinên Şengalê her karî dikin. Karê leşkeriyê, dirûtinê, xwendinê û hwd. dikin. Ez jî niha traktor û patosê diajom. Di nava civakê de her dem karê ajokariyê wekî ku tenê yê mêr be hat pênasekirin. Lê demê jin jî dikarin her karî bikin. Bi hêz û îradeya xwe ya xurt jin di karî de cihê xwe dikarin bigirin."   'Ez bi keça xwe serbildin im'   Bavê Melizyayê diyar kir ku ew gelekî bexteware ku ajotina makîneyên çandiniyê yên cotkariyê hîni keça xwe daye û wiha got:"Em bi keçên xwe serbilind in ji ber ku dizanin her karî bikin. Em bi salan e karê cotkariyê dikin. Ji bo karê me baştir bê meşandin pêdiviya me di heman demê de ji alîkariya hikumetê jî heye."