ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-07 09:00:00   *Jina bi navê Melizya Cesim a ku makîneyên çandiniyê yên cotkariyê bi kar tîne bi lêv kir ku dema ew dixebite hêviyên wê jî zindî dibe û wiha got:"Bavên min cudatî nexist navbera zarokên xwe yên keç û law. Loma bikaranîna makîneyên çandiniyê hînî min kir. Dema ez alîkariya malbata xwe dikim û ez dixebitim hêza min zêdetir dibe." DÎMEN HEYE   *Ji Rêveberiya Ofîsa Jinê ya PYD’ê ya li Herêma Firatê Sara Xelîl, derbarê kriyarên ku dewleta tirk û hevkarên wê di derheqê jinan de pêk tînin wiha got: "Kiryarên li Efrînê li dijî jinan pêk tên dûrî pîvanên, ehlaqî, mirovî û navneteweyî ne. Divê mafê van jinan bê parastin."  DÎMEN HEYE   *Li gel  hatina demsala bihar û havînê li herêmê jinan dest bi çêkirina  penîrê bi giya  kir. Adîle Ecer a ku hilbirîna penîr dike diyar kir ku wan îsal ji pez sûd negirt û got:" Berê me rojê 3-4 bîdon şîr dianîn malê. Lê ji ber qedexekirina zozanan em nikarîn pez  bibin û ji ber vê jî cihê ku pez lê biçêre tune ye." DÎMEN HEYE   *Dayika bi navê Edûlê Mose ya ku bi destên xwe dermanên xwezayî çêdike da zanîn ku kar bi destên jinê zêdetir bi wate dibe û wiha got: "Pêwist e ku jin tiştên diafirînin xwedî lê derkevin. Divê jin çanda xwe biparêzin û ji siberojê re bihêle." DÎMEN HEYE   *Li Kurdîstanê di pêvajoyên herî giran de dayikên kurd ji bo aşitiyeke mayînde bi salane tedikoşin. Leyla Aslan jî yek ji van dayikan e ku di bin banê Meclisa Dayikên Aştiyê de têkoşînê dide ye. Dayika Leyla anî ziman ku wan her tim destê xwe dirêjî aşitiyê kiriye, lê ev dest hertim paşve hatiye dayîn û got:” Bila  ciwan nemirin.” DÎMEN HEYE   *Li gelek bajarên bakur di warê ekolojiyê de texrîbatên mezin pêk tên. Hawirnas Derya Akyol bal kişand ser texrîbatên di warê ekolojiyê de û got:"Bi texrîbatên li ser ekolojiyê dîrok, xweza û bîra mirovahiyê tên qetilkirin." DÎMEN HEYE   *Jinên Şirnexê, bertek nîşanî betalkirina parlamenterî û girtina Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û parlamenter Musa Farîsogularî yê Amedê dan û wiha gotin: “Ev êrîş darbeyek siyasî ye û bi salane didome. Leyla Gûven sembola têkoşîna jinê ye. Divê em xwedî li siyasetmedarên ku vîna me ne derkevin.” BI DÎMEN   *Mamosteya reqsê Ilgin Nazli Barutçu destnîşan kir ku reqs teşeyeke xwepênasekirinê ye û wiha got: "Reqs di jiyana mirovan de xwedî cihekî taybet e. Reqs di heman demê de hest û fikran jî tîne ziman. Gelek cureyên reqsê hene. Wekî mînak govend û swîngê jî yek cureyê reqsê ne. Her cih li gor xwe hestên xwe bi cureyên xwe yên reqsê tînin ziman." BI DÎMEN   *Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmoglullari xistina parlamenteriya 3 parlamenterên HDP û CHP’yî wek ‘darbeyeke sivîl ya li demê hatiye belavkirinê’ binav kir û da zanîn ku wê di rojên pêş de Bernameya Têkoşîna Demokratîk ya du pêngav wê aşkere bikin.   *Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Îlknur Bîrol, diyar kir ku wê Belgeya Helwestê ya ku HDP’ê aşkere kiriye li kolanan bikin meriyetê û got ji bo hemû bindestan hewcedarî bi nexşerêyek nû heye û got wê meclîsa jinan li eniya pêş be. BI DÎMEN   *Hevserokên jin bertek nîşanê xistina palamenterî û girtina parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dan û diyar kirin ku girtin ne hiqûqî ne û gotin di şexsê Leyla Guven de li hember têkoşîna jinan êrîş pêk hatiye. BI DÎMEN