Pervîn Buldan: Kujer tên parastin 2020-06-06 16:48:40   STENBOL - Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî çalakiya xwe li ser medya civakî li dar xistin, li kujerên Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ên 26 sal berê hatin kuştin pirsîn. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan ku hevjînê wê hatibû qetilkirin got: “Daxwaza me edalet e, cezakirina kujeran e û bi rastiyê re rûbirû bûn e.”   Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan û cezakirina kujeran di hefteya 793’yemîn de ji ber koronayê li ser hesabên xwe yên medya civakî çalaki li dar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê kujerên karsazên kurd Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ên di 3’ê hezîrana 1994’an de di binçavan de hatin qetilkirin pirsîn û edaletê xwestin.   Pervîn Buldan: Kujer di nav me de digerin    Ewil Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan bahsa binçavkirina hevjînê xwe Savaş Bûldan û yên pê re kir û got: “26 sal di ser qetilkirinê re derbas bû û hêj kujer nehatine cezakirin. Bi salane em dixwazin kujer werin dîtin û darizandin û cezakirin, lê tevî vê yekê jî kujer di nav me de digerin. Kujer ji aliyê dewletê ve hatin parastin û nehatin cezakirin. Lê tevî ku 26 sal di ser re derbas bûye jî em têkoşîna xwe ya edaletê didomînin. Qûrbaniyên hatin windakirin û qetilkirin ên salên 90î rastiya Tirkiyê ye. Ji bo li ser navê bi raboriya rê hevrûbûn çêbe, divê teqez li Tirkiyê komîsyonek were avakirin. Divê qatil werin dîtin û darizandin û cezakirin. Heke qatil werin dîtin û darizandin wê çaxê wê wîjdanên malbatan rehet bibin. Ji bo vê yekê daxwaza me edalet e, bi rastiyê re hevrûbûn e û qatil werin dîtin û cezakirin e. Heta ev kujer neyên darizandin em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin. Em ê wek Dayikên Şemiyê ji bo Qada Galatasarayê bi israr bin.”   Hasîbe Yildirim: 26 sal derbas bûn   Hevjîna Adnan Yildirim, Hasîbe Yildirim jî axivî û got. “26 sal e em vê êşê dikişînin. Heta ez bimirim jî ez ê vê êşê ji bîr nekim. Heta ku kujer di nav me de biçin û werin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Enes Karay: Wê lêgerîna me bidome   Kurê Haci Karay, Enes Karay jî got: “Bavê min û du hevalê xwe ji aliyê polîsan ve hatin revandin û qetilkirin. Bi îşkenckirinê hatin kuştin. 26 sal di ser vê hovîtiyê re derbas bû lê bele tu kujer û berpirs nehatin darizandin û cezakirin. Em ê wek malbatên windayan û yên hatine kuştin heta edalet pêk were lêgerîna xwe bidomînin.”   Xwstin edalet pêk bê   Piştî axaftina malbatan, daxuyaniya vê hefteyê Jiyan Tosûn a keça Fehmî Tosûn ê di 1995’an de hat windakirin xwend û bal kişand ser kuştina karsazên kurd Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay û qala doz û têkoşîna edaletê ya ji bo doza wan kir. Tosûn ji bo dozên windayan û yên hatine kuştin bang li dadgehê kir ku ji bo edalet û hiqûqê wezîfeya xwe bike û got ew ê heta dawiyê ji bo hemû windayan dê dest ji edaletê bernedin.