TJA:Li dijî zilmê berxwedana jinan pîroz e 2020-06-06 15:49:04   AMED - Têkildarî betalkirina parlamenterî û girtina Heveseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leya Guven û parlamenterê HDP'ê yê Amedî Musa Farîsogullari TJA'yê bi daxuyaniyekê bertek nîşan da.   Parlementeriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Gelan  (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven , Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû di 4’ê Hezîranê de hat betal kirin û di nava çend seetan de hersê parlementer hatin girtin. Lê piştre di çarçoveya tedîbîrên vîrusa koronayê de parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglu hat tahliyekirin. Tevgera Jinên Azad(TJA) derbarê girtin û betalkirina parlamenteriya parlamenteran de daxuyanî da. Meclîsên Jinên yên Partiya Demokratîk a Gelan, aktîvîstên TJA'yê û gelek jin tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan axivî.   ‘Leyla navê berxwedanê ye’   Ayşe destnîşan kir ku Leyla ne tenê navek e di heman demê de navê berxewedana jinê ye û wiha axivî: “Dewletê bi betalkirina parlementeriya Leylayê careke din asta xwe xist. Heke parlementer di nava saetekê de parlamenteriya  wan bikeve ew dewlet êdî têk çû ye. Her wiha ger ku mirov jin be, kurd be û li  Kurdistanê be çiqas zilm hebe sê qat li ser mirov ev zilm tê meşandin. Ew jî bi wan bûyeran dîsa xuya bû. Bi vê bûyerê re em dibêjin,  hişmendiya mêrê emperyalîst dîsa li çar parçeyeên Kurdistanê rûyê xwe yê reş xuya kir.  Di heman demê de hemû dewletên cîhanê jî ji wan re bêdeng dimînin. Heke îro êrîş li ser goristanan û cenazeyan bê kirin ew sûcên li dijî mirovahiyê jî derbas kiriye. Dîsa dest avêtin û dest dirêjî wek polîtîkayeke pêşxistina qirkirina jinê ye.”   Ayşeyê anî ziman ku jinên li girtigehê ne berxwadana wan bi hêztir dibe û got: “Em wek TJA'yê êrişa li ser Komeleya Jinan a Rosayê ku di encamê de hevalên me ên jin hatin girtin û niha di girtîgehê de ne şermezar dikin. Lê hevalên me  li zindanan bi berxwedana xwe bi hêztir dibin. Em wan wek mexdûr nabînin  ji ber ku li dijî zilmê berxwedana jinê pîroz e. betalkirina parlementariya Leyla Guven ku bi biryara dewletê pêk hat ji aliyê me ve nayê qebûlkirin.  Ji ber ku bi îradeya jinan hatiye hilbijartin.  Em wekî TJA'yê li hemberî olperestî, zayendperestî û nijadperestiyê têdikoşin. Hemû destkeftiyên ku me bi têkoşîna bi salan bi dest xistin hatin desteserkirin. Lê dîsa Têkoşîna me berdewam e.”   ‘Leyla, Jin Jiyan Azadî ye’   Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: “ Me tu carî serî netewandiye her wiha em şanaz in ku me dagirker têk birin. Em serbilind in ku me tu carî şov nekir. Azadiya jinê pir bi wate ye ku heta îro me têkoşîna azadiyê re berdewam kir. Leyla, Jin Jiyan Azadî ye.”     Daxuyanî bi dirûşmên“Jin Jiyan Azadî” û “Berxwedan Jiyan e” bi dawî bû.