Jinên Kobanê li dijî girtina Leyla Guven meşiyan 2020-06-06 15:27:39   KOBANÊ - Bi pêşengtiya Kongreya Star jinên Kantona Kobanê li dijî girtina parlementera HDP’ê Leyla Guven meşiyan û nerazîbûna xwe nîşan dan.   Bi pêşengtiya Kongreya Star jinên Kantona Kobanê bi dirûşma "Berxwedana Leyla Guven berdewam bikin û Rêber Apo azad bikin" li dijî girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven meşiyan.  Meş ji qada jina azad a Kobanê dest pê kir û ber bi qada Şehîd Egîd ve domand. Meşvanan di meşê de alên Kongreya Star û pankarta bi nivîsa "Bi pêşengtiya jinê, cîhan ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin"hildan.   Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hatin kirin    'Em şopdarê Leyla ne'   Li ser navê Kongreya Star a Herêma Firatê Rewşen Haçim axivî û wiha got: "Hikumeta AKP'ê siyastên xwe yên qirêj di derheqê jinan de berdewam dike. Dewleta tirk parlementera HDP'ê Leyla Guven ji erka wê dan dûrxistin û piştre jî dîl girtin. Dewleta tirk ne tenê êrîşî parlementeran dike di heman demê de li herêmên dagirkirî wek Efrînê, Serêkanî û Girê Spî êrîşî jinan dike û zagonên navneteweyî binpê dike. Em şopdarê Leyla ne û em ê xwedî li berxwedana wê derkevin."   'Em Leyla Guven wek nimûneya jina azad û pêşeng dibînin'   Paşê jî li ser navê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Nesrîn Kenan girtina Leyla Guven û hevalên wê şermezar kir û got: "Dewleta tirk bi hezarê sala êrîşî Gelê Kurd dike. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê em dibînin ku Gelê Kurd li kîjan deverê xwedî proje, hêz û îrade ye dibe armanca êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê. Ji ber ku dewleta tirk ji vîn û hêza jina Kurd ditirse. Leyla Guven bi salane li dijî zîhniyet û desthilatdariya dewleta tirk têkoşîn dike. Em Leyla Guven wek nimûneya jina azad û pêşeng ji xwe re dibînin. Em hemû jinên li vir bi yek dengî û yek armancê em li pê şopa Leyla Guven bin."   Meş bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana Leyla Guven" , "Bijî berxwedana jina azad" bi dawî bû.