Jinan bang li îqtîdarê kir: Dîroka me bi Leylayan tijî ye 2020-06-06 14:36:34   WAN - Li Wanê ji aliyê TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ve der barê betalkirina parlamenterî û girtina Hevseroka KCD'ê û parlamentera  HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û parlamenterê Amedê Musa Farîsogullari de daxuyaniyeke hevpar hat dayîn û êrîşên li ser HDP'ê hatin şermezarkirin.   Bertekên li dijî betalkirina Parlementeriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven , Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û giertina wan  zêde dibin. Di çarçoveya van bertekan de li Wanê ji hêla  Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) li ber avahiya HDP’ê der barê betalkirin û girtina parlementerên HDP’ê de daxuyaniyek hevpar hat dayîn û êrşên li ser HDP'ê hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de pankarta bi dirûşmên,  ‘Leyla Guven Rumeta me ye,Berxwedan Jiyane’ hate vekirin.    Daxuyanî ji hêla Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Oznur Bartin ve hat dayîn. Oznurê diyar kir ku îktîdara AKP û MHP'ê  çiqas wenda bike, li dijî hêzên demokratîk êrîşên xwe ewqas zêde dike û got:” AKP û MHP çiqas hêz wenda bike, li dijî hêzên demokratîk êrîşên xwe ewqas zêde û tund dike. Îktîdara heyî li ser tunekirin û tasfiyekirina nirxên siyasî dixwaze hebûna xwe bidomîne. Îktîdara heyî siyaseta muxalîf terorîze dike û bi vî awayî dixwaze îqtîdara xwe bi hêz bike. Bi tayinkirina qeyûman li dijî gelê sivîl darbe pêk anîn. Nirxên civakî yên Gelê Kurd tên hedefgirtin û binpêkirin.   ‘Leyla berxwedan e’   Oznurê di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser betalkirina parlamenterî û girtina parlementerên HDP’ê Leyla Guven û Musa Farîsogullari û axaftina xwe wiha bi dawî kir:” Dîroka me bi Leylayan tijî ye. Leyla berxwedan e, Leyla dengê  têkoşîna gelan e. Em ji vir bang li hişmendiya desthilatdar dikin û dibêjin vê xeletiyê rast bikin. Hûn ê bi vê nêzîkatiyê wenda bikin. Em hemû jinên berxweder slav dikin.”