Meclîsa Edaleta Jinê girtina Leyla Guven şermezar kir 2020-06-06 14:07:56   HELEB - Meclîsa Edaleta Jinê ya bajarê Helebê girtina parlementera HDP’ê Leyla Guven a ji aliyê dewleta tirk ve bi daxuyaniyekê şermezar kir.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya  Colemêrgê  Leyla Guven piştî ku parlementeriya wê hat betalkirin ji aliyê dewleta tirk ve ew şandin girtîgehê û ceza lê hat birîn. Têkildarî mijarê Meclîsa Edaleta Jinê ya bajarê Helebê girtina parlementera HDP’ê Leyla Guven bi daxuyanikeyê şermezar kir. Daxuyanî li pêşiya navenda Meclîsa Edaleta Jinê bi beşdarbûna hemû endam û rêvebriyên wê hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Meclîsa Edaleta Jinê Şêrîhan Hec Yûsif ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Kiryarên dewleta tirk ên li ser Efrîn, Serêkaniyê û li hemû deverên ku di bin dagirkeriya wê de ye yekser gelê sivîl û bi taybet jin hedef tên girtin. Ji dîrokê heta roja îro hemû cureyên îşkencekirinê li ser bedana jinê tê meşandin. Her  tişt li pêşiya çavên cîhanê tê kirin bê ku helwestên xwe bide nîşandan.   Li Bakurê Kurdistanê ji aliyê îktidara AKP’ê ve gel û jin her roj bi binçavkirin û girtinê re rû bir û dimînin. Hemû saziyên jin hat girtin û parlementera HDP’ê Leyla Guven hat girtin.  Ev yek tê wateya ku dewleta tirk ji îradeya jinê ditirse. Leyla Guven û rêhevalê wê di şexsê xwe de hemû mirovên welatparêz temsîl dike. Dewleta tirk  kiryar û siyaseta xwe ji bo tunekirina Gelê Kurd dîsa dide meşandin.    Em weke Meclîsa Edaleta Jinê van kiriyarên dewleta tirk bi tundî şermezar dikin û em bang li hemû saziyên mafê mirovan dikin ku helwestên xwe li hember siyaseta dewleta tirk a faşîst bidin nîşandan. "   Daxuyanî bi dûrişma “ Jin jiyan azadî “ bi dawî bû.