Jinên Amedî: Vîna gel kelepçe kirin 2020-06-06 11:29:42   AMED - Di 4’ê Hezîranê de parlamenteriya Heveseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leya Guven û Musa Farîsogullari û ya parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglu hat xistin û hatin gitin. Têkildarê girtina parlementeran jinan bertekên xwe anîn ziman û biryar şermezar kirin.    Parlementeriya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven , Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû di 4’ê Hezîranê de hat betal kirin û di nava çend seetan de hersê parlementer hatin girtin. Lê piştre di çarçoveya tedîbîrên vîrusa koronayê de parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglu hat tahliyekirin.  Têkildarî biryarê jinan bertek nîşan dan.   ‘Vîna gelek tê kelepçekirin’   Ji jinan Eda Arzu di axaftina xwe de cîh da van gotinan: “Ger demokrasi hebûna me dê îro bikaribûna fikra xwe azad bigota. Li Tirkiyê hem hilbijartin hem jî ev êrişên li hemberî hinek kesan tên kirin ne demokratîk in. Bi tu awayî nêrîna gel nayê gitin. Hertişt bi deste yek kesî tê kirin. Îro vîna gelekî xistine girtîgehê. Îqtidara AKP’ê ji bo xwe li ser lingan bigire êrişî HDP'ê dike. Divê vîna gel neyê kelepçekirin û parlamenter werin berdan.”   ‘Leyla pêşengî kir’   Zeynep Tantekîn a li hemberî vê yeke berteka xwe da nîşandan jî  wiha got: “Vîna gel tê xespkirin û bi salan e em dibêjin ku ev ne cara yekem e ev êriş tên meşandin. Ji ber çi îro ev ketiya rojeva Tirkiyeyê, ji ber ku parlementeriya parlementerekî CHP’ê ji hat xistin. Lê HDP bi salan e li dijî van êrişan tê û bi salan e li hemberî vê yekê têkoşîn tê dayîn. Ger ku me ev kes hilbijartibûn divê me ew ji ser peywira wan bigirta  Lê sîstem mixabin wisa na meşe. Hertim li gorî berjewendiyên îktidarê yan jî yek kesî tê meşandin."  Zeynebm bi taybetî jî bal kişand ser Leyla Guven û got Leyla li pey xwe hêzek mezin da avakirin û ji wê jî diyar bû ku wê êrişî wê bihata kirin. Leyla pêşenga jinan e û bû navê diruşmeyan. Ji bo van hêzan belvbikin girtina pêşengan dikin armanc. Divê vîna gel neye xespkirin.”   ‘Bahsa parlamenterên HDP'ê nakin’   Sultan Ateş jî di axaftina xwe de wiha da nîşankirin: “Dema em li medyaya civakî û televîzyonan temaşe dikin em dibînin ku rojev tenê Enîs Berberoglu ye. Di rojevê de bi tu rangî qala parlementerên HDP’ê nayê kirin. Ev bi serê xwe ji feraseta wan dide nîşandan. Ev li hemberî vîna gel darbeyeke mezin e. Ger em di welatek demokratîk de bijiyana me îro ev mijar vendigotin. Ji ber ku ev li dijî demokrasiyê ye. Lê em îro nikarin li hemberî vê yeke bertek ji nîşa bikin. Lê parlamenter vîna gel in û gel dikare derbarê wan de biryarê bide. Girtina parlamenteran nayê qebûlkirin. “   ‘Dixwazin vîna gel bişkînin’    Fatma Yildiz jî di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ev êriş divê neyê qebûl kirin û ev tişt got:“Vîna gel tune tê hesibandin. Ev cara duwem e ku qeyûm tayînî şaredariyên me tê kirin û şaredarî tên desteserkirin. Bi sedan sîyasetmendarên vîna gelan temsil dikin hatin girtin. Îro jî bi heman şêwazê êrîş dikin. Bi van pêkanînan  dixwazin vîn û hêza gel têk bibin. Armanca îqtidarê di serî de ev e. Ger îro em hilbijartinê xala herî girîng ya demokrasiye dibînin divê em li dijî hilbijartinê ji êrişan nedin meşandin.  Lê îro vîna gel hat xespkirin û divê gel li hemberî vê bêdeng nemîne. Ji xwe ev tiştek nu jî nîne lê nîşaneyên tunebûna demokrasiye ne.”   Jina ciwan a bi navê zeynep jî wiha got: “Girtina parlementeran li dijî demokrasiye ye û ger îro êrîşî vîna gel were kirin ji ev yek sucek mezin e. Ev pêkanînên dijdemokratîk in.”