'Divê hesap ji kesên ku Bariş qetil kirin were pirsîn' 2020-06-06 10:40:58   Sara Şêx Hesen    HELEB - Mamosteyên Zimanê Kurdî yên li bajarê Helebê di derbarê kuştina Bariş Çakan de anîn ziman ku kesên ku çand û hebûna xwe diparêzin her dem bi qirkirinê rû bi rû tên hiştin û wiha gotin: "Ev ne cara yekemîn e ku dewleta tirk ciwanekî kurd qetil dike, ji dîrokê heta niha bi hemû rêbazên qirkirinê êrîşî îrade, çand û dîroka kurdan dikin."   Êrîşên dewleta tirk ên li ser çar parçeyan dewam dike. Herî dawî li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê dema ku ciwanê bi navê Bariş Çakan ê 20 salî stranên kurdî guhdar dikir hat kuştin. Têkîldarî vê mijarê Mamosteyên Zimanê Kurdî yên Helebê yên ku cihê xwe di KPC-D digirin helwestên xwe anîn ziman.   'Bi dehan ciwanên kurd ji aliyê dewleta tirk ve hatine qetilkirin'   Mamosteya bi navê Elîf Dawud kiryarên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: "Em êrîşên dewleta tirk ên li ser Gelê Kurd û bi taybet herî dawî kuştina Bariş Çakan şermezar dikin. Girêdana dewleta tirk a ji bo mirovahiyê tune ye, ji bo wê di her demê û rêbazên hovitiya xwe dide der. Bûyera kuştina Bariş Çakan ne cara yekemîn e, bi dehan ciwanên kurd ji aliyê dewleta tirk ve hatine qetilkirin. Gelo ji kengî ve guhdarkirina stranên çanda xwe bûye sûcek ku mirov ji bo wê were qetilkirin. Çiqas êrîş li ser me were jî, em serî li hember êrîşên dagirkeriya dewleta tirk natewînin û em ê her tim têbikoşin. Em bang li dewletên navneteweyî dikin ku li ser vê bûyerê bisekinin, ger neyê sekinandin wê dewleta tirk qirêjiya xwe li her derê berdewam bike."   'Ev ne cara yekemîn e ku dewleta tirk ciwanekî kurd qetil dike'    Her wiha mamosteya bi navê Şêrîn Ale bal kişand ser hişmendiya dewleta tirk ya ku her dem ji bo tunekirina kurdan kar dike û wiha domand: "Em weke mamosteyên saziya KPC-D ev bûyera ku li Enqerê qewimiye şermezar dikin. Ciwanê bi navê Bariş  ji ber li stranên kurdî guhdar dikir hat kuştin û hemû cîhan li hember vê yekê bêdeng e. Ev ne cara yekemîn e ku dewleta tirk ciwanekî kurd qetil dike, ji dîrokê heta niha bi hemû rêbazên qirkirinê êrîşî îrade, çand û dîroka me dike. Dijmintiya dewleta tirk bi kurdan re ne ji niha ve ye, ji dîrokê heta niha ye. Divê hesap ji kesên ku Bariş qetil kirine were pirsîn."   'Divê Gelê Kurd li ser kuştina Bariş bê deng nemînin'   Mamosteya bi navê Naziliyê Hecî Reşîd jî diyar kir ku êrîşên dewleta tirk ên li her derê berdewam dike û wiha pê de çû: "Êrişên dewleta tirk her li ser Gelê Kurd berdewam dike, heta niha jî nehatiye sekinandin. Li ser kuştina Bariş divê Gelê Kurd bêdeng nemîne û divê em tola wî rabikin. Kiryarên dewleta tirk li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî dewam dikin. Gel direvînin, qetil dikin û îşkenceyê li gel dikin. Em tu caran van tundiyan qebûl nakin û em ê her li ber xwe bidin."