Jina ku zarokê xwe xilas kir jiyana xwe ji dest da 2020-06-06 10:38:19   EDENE - Li navçeya Karataşê Derya Demir lawê xwe yê bi talûkeya xeniqandinê rû bi rû ma xilas kir lê ew bi xwe ji ber ku nikaribû ji avê derkeve jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Karataşê Derya Demir (43) lawê xwe yê bi talûkeya xeniqandinê rû bi rû ma xilas kir lê ew bi xwe ji ber ku nikaribû ji avê derkeve jiyana xwe ji dest da. Zarokê ku talûkeya xeniqandinê derbas kir rakirin nexweşxaneyê.    Piştî lêkolînên hat kirin şûnde cenazeyê Derya Demir ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê.