Li Mexmûrê dewreya perwerdeya jinan dest pê kir 2020-06-06 09:29:55   MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Îştarê 13'emîn  dewreya perwerdeyê ya Şehîd Bêrîvan dest pê kir.   Bi pêşengiya Meclîsa Îştarê li Akademiya Şehîd Jiyan a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 13'emîn dewreya perwerdeya îdeolojîk dest pê kir. Ew ê 13'emîn dewreya perwerdeya îdeolojîk ku li ser navê Şehîd Bêrîvan hatiye destpêkirin mehekê dewam bike.    Berî vekirinê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Pakîstan Bîlen axivî. Pakistanê bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û wiha got:"Em jin gelek bi siûd in ku îro em li gel hevdu kom bûne û em gavên pêşketinê diavêjin û em bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin. Ji bo em civakeke azad û wekhev bidin avakirin divê em her li gel hev bin û bixebitin. Tevî şerdên dijwar ên di bin ambargoyê û Vîrusa Koronayê jî em hewil didin ku kar û xebatên xwe bikin. Em jin zêde pêwistiya me bi perwerdeyê heye. Loma divê em her dem rêya perwerdeyê ji bo xwe vekin."