Kongreya Star: Vîna jina têkoşer ew ê destûrê nede rejîma qirker 2020-06-06 09:22:39   QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî girtina siyasetmedara Kurd Leyla Guven şermezar kir û da zanîn ku di şexsê rêzdar Leyla Guven de piştgiriya xwe ji bo têkoşîna jinan nîşan didin.   Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî girtina Meclîsa parlamenteriya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlementerê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari şermezar kirin.    Daxuyanî wiha ye:    "Li Tirkiyeyê  li pêş çavên tevahî gelên Tirkiyeyê û cîhanê kiryarek li dij demokrasiyê rûda. APK ya faşîst u zextkar li hemberî siyasetmedarên Kurd yên hêja Leyla Guven, Musa Farisogulları û parlementerê CHP'ê Enis Berberlioglu de biryarek sosret da. Rejîma faşist bi vê biryara xwe ya li dijî demokrasiyê careke din rûyê xwe yê dijminahiya demokrasî û mafan nîşan da. Piştrast kir ku ev rejim heya tu dibêjî dijminê gelan, jinan û nirxên azadî û wekheviyê ye. AKP'ê li hemberî hebûna azadiya Gelê Kurd û tekoşîna jinan siyaseta xwe ya êrişkar her fersendê nîşan dide. Lewra AKP tekperest, serwer, zalim û dijminê tevahi hêzên civakî ne. Herî zêde jî dijminê jinê ye. Ji bo wê îro êrişên AKP'ê yên ku li hember jina têkoşer tên meşandin tu sînoran nas nake. AKP'ê bi rêbazê xwe yê faşîst mafê parlementeriyê ji birêz Leyla Guven û her du vekilên din girtin. Ev hewildanên êrîşkar li hemberi siyasetmendarên jin û tekoşîna Gelê Kurd tên wateya operasyonên komkûjiya siyasî. Bi vê dixwazin hemû dînamîkên muhalefetê li Tirkiyeyê ji holê rakin. AKP'ê bi hezaran mirov girt, ji îşkenceyê derbas kirin  û êdi qirkirinên siyasî û çandî li Tirkiye bûne rewşên asayî. Bi van pêkaninan re dixwazin vîna civakê dîl bigirin.   Ev êrîş li hember vîna civakê ya hilbijartî ye   Bêguman di vê pêvajoyê de kesên ku li hemberî vê siyaseta qirker û dijminê jinê bi wêrekî li ber xwe didin û muxalefeta civakî birêxistin dikin li ser wan gelek tundî û zext zêde bûne. Ev êriş li hember vîna civakê ya hilbijartî ye. Navê vê pêkhatinê darbe ye. Bi vê AKP dixwaze politikayên xwe yên faşist, tekparêz, zayendparêz û nijadparêz mayinde bike. Ev hewildan di heman demê de li hemberî muhalefeta civakî tê wateya şer. Birêz Leyla Guven li dijî tarîtiya faşizma AKP'ê pêleke berxwedanê ya pir bi heybet dabû meşandin.   Em wek jin dikarin bi rêya rêxistinbûyinê tundiya li ser jinê bi dawî bikin   Em baş dizanin îro ev biryara ku AKP'ê girtî li hemberî vîna jina têkoşer biryara tolhildanê ye. Ev êriş ne îro, ji roja ku AKP bûye desthilatdar heya iro dimeşîne. Bi tayinkirina qeyûman, girtina hevserokên jin, qedexekirina saziyên jin û girtina pêşengên jin re xwestin jinan û têkoşîna jinan kirîmînalîze bikin. Faşist Erdogan û partiya wî baş dizane heya ku têkoşîn û vîna jinan paş nekeve ew nikarin armancên xwe yên faşist pêk bînin. Sedêmên êrîşên zalimane yên faşist Erdogan û AKP'ê ev in. Wek jin dizanin ku tenê bi rêya rexistinbûyînê em dikarin tundiya li ser jinan, tacîz, tecawiz, îşkence bi dawî bikin. Çawa birêz Leyla Guven a ku ji bo şikandina tecrîdê 200 rojî pêşengî di çalakiyên birçibûne de kir, li ber xwe da û bi têkoşîna xwe re gav bi desthilatdariyê şûnde da avêtin, îro jî wê jin û civak bi heman rihê tekoşînê re bersivê bide faşizma AKP- MHP'ê. Mîna rêzdar Leyla Guven jî got wê faşizm nikare deng û vîna kesên ku dibêjin ‘berxwedan jiyan e’ bişkîne.   'Em êrîşên qirker yên AKP-MHP'ê şermezar dikin'   Em jî wek Rêxistina Kongreya Star van êrişên AKP- MHP  yên qirker şermezar dikin. Em jinên Rojava jî vê zilmê gelek baş nas dikin. Lewra kiryarên hovane yên ku li ser jinên Efrînê hatine meşandin heman siyaset e.  Em dibêjin ku ev biryar li hemberî daxwazên gel û jinan yên wekhev û azadiyê inkar û tunehesibandina demokrasiyê ye.   'Vîna jina têkoşer ew ê destûrê nede rejîma qirker'   Em bawer in vîna jina têkoşer ew ê destûrê nede rejîma qirker da ku zayendeparêzi û nijadparêziyê mayinde bike. Wê gelên Tirkiyeyê, tevgera jinan û hewirdorên demokrat bersiveke bi hêz bide nîşandan. Careke din em vê kiryara rejîma faşist şermezar dikin û di şexsê rêzdar Leyla Guven de piştgiriya xwe ji bo têkoşîna jinan nîşan didin.   Her bijî vîna jina têkoşer!   Bijî xeta azadi û hevgirtina gelan!"