‘Li şûna ku tacîzkar bên cezakirin tên xelatkirin’ 2020-06-06 09:16:47   AMED - Li kolanên Amedê mêr têkildarê êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan de pirsên me bersivandin û gotin: "Li şûna ku tacîzkar û êrîşkar bên cezakirin tê xelatkirin. Divê ev sûc nayê efûkirin û divê bi awayekî herî giran bên cezakirin."   Piştî ku qanûna înfazê ket meriyetê bi hezaran girtiyên edlî di pêvajoya vîrûsa koronayê de serbest hatin berdan. Ev qanûn ji bo jinan bû xetereyeke mezin. Her wiha nêzî 4 sal in jî peşnûme qanûna efûkirina tecawizkaran di rojevê de ye. Li gorî pêşnûme qanûnê tecawizkarên zarokan bi rêye zewicandinê dê bên efûkirin. Ev mijar ji hêla sazî û dezgehên jinan û siyasetmedarên jin re gelek caran hatin nîqaşkirin. Me xwest em nêrînên mêran jî derbarê vê mijarê de bigirin.    Mesut Gever: Ev mekezagonên tên amade kirin feraseta hikûmetê aşekere dike. Bi berdana kesên tacîzkar re pişgiriyê didin sûcdaran. Zilamê ku ji ber sedema koronoyê ji girtîgehê derket di roja yekem de hevjîna xwe û keça xwe ya 7 salî qetil kir. Di van pekêtên darizandinê de ji newekheviyek heye. Ev yek ji mijarek girîng e. Kesên ku zimanê xwe parastiye bi salane li girtiye û sûdê ji qanûna înfazê negirt.    Bayram Bakişkan: Sîstem her tim alîgirê êrîşê ye. Yên wekheviyê dixwazin ji rastî êrîşê tên wekî komeleya jinan. Divê gel li dijî vê denge xwe derbixe. Ji ber ku em ji van yekan re bêdeng dimînin, em ji sûcdar in.    Yilmaz Şîmşek: Dewlet vê yekê qebûl dike lê em qebûl nakin, divê hikûmet di van aliyan de bi hestiyar nêz bibe.    Mevlud Gencer: Berê her tiştê efûkina van kesan wê bibe sedema dubarebuna van sucan. Ji bo civakê ji ev biryarek ne bi tendirust e. Li vir divê hikumet bikeve navberê. Ya ji destê me tê teşîrkirina tacîzkar û buyîna asteng e. Ev ji heya cihekî em dikarin bikin bibin asteng.”   Ehmed Akçay: Dibêjin wê bi zewacê tecawizkar werin efûkirin, di vir de hertişt bê daxwaza zarok tê meşandin. Taciz û destdirêjî li gorî hemû olan û civakan ji tişta herî kirêt e. Ev sûc nayê efûkirin. Divê bi awayekî herî giran bên cezakirin ku êdî wê yekî nekin.   Hîsametîn Şen: Yê van kesan ceza nakin hevalê wan e û piştgiriyê dide tacizkaran. Divê werin ceza kirin, em weke welatî vê yekê rast nabînin. Lê hikûmet ne wekheviyê dikin. Tenê kesên exlaqê civakê xira dikin tên efûkirin.    Sidik Uvey: Hikûmet bi girtina biryarek wisa re şaşiya herî mezin dike, ango jiyana civakê ji bikeve nava metirsiyê. Em li dijî vê biryarê ne.   Evren Kilinç: Tacîz û tecawiz sûcê mirovahiyê ye, efûkirina vê sûcê ji sûcê herî mezin e. Ev kesên ku zerer didin derdor û mafê mirovan divê ji efûyan sûd negirin. Lê em dibînin ev kes ji efûyê sûde digirin û piştre carek din heman sûcê dikin. Divê rê li ver vê tiştî bê girtin.    Evdilbasit Uzen: Bi zewacê re efûkirina sûcdaran nayê qebûlkirin. Divê ev kes bi awayek herî giran werin ceza kirin û ji girtîgehê dernekevin.