‘Em naxwazin ev çand tune bibe’ 2020-06-06 09:12:51   ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê jina bi navê Fatma Geçgel, bi qesîlên ku kom dike hem dike dergirik pê hewşa xwe diparêze û hem jî wekî mirdiyaq bi kar tîne û pê banê xaniyê xwe dparêze. Fatma wiha got: “Ev çand ber bi tûnebûne ve diçe. Tu kes êdî qesîlan bi kar nayne. Em naxwazin ev çand tûne bibe.”   Li navçeya Hezex a Şirnexê jina bi navê Fatma Geçgel(70) qesîlên stûr kom dike û tîne dike dergirik hem pê hewşa xwe diparêze û hem jî di bedêla mirdiyaqand bi kar tîne pê banê xaniyê xwe diparêze. Herwiha fatmayê qesîlan dike piştek jî û  hem ji bo konan, hem ji bo dora baxçeyan û gelek tiştên din bi kar tîne.    Fatma, got ku ev çanda wan a çêkitina kel û pelên ji qesîlan hêdî hêdî ber bi tûnebûnê ve diçe û wiha got: “Em van qesîlan ji gundê Hespis ê Hezexê tînin. Em jin tim bi hev re diçin rojekê  li gund dimînin û van qesîlan kom dikin. Roja din em hemû jin bi hev re carekedin berê xwe didin malên xwe. Piştî ku em tên malên xwe dest bi karê xwe dikin. Qesîlên ku em tînin di serî de em diqeşirînin û piştre jî ji bo tişta ku em bikar bînin li gorî wê em ji wan hilbarînê dikin.”   ‘Karê me zahmet e’   Fatma, bi lêv kir ku ji ber havînan gelek germe ew li ser banî radikevin û wiha domand: “Ji ber wê jî em cihê raketinê jî ji qesîlan ji xwe re çê dikin. Em pişteka ku me ji qesîlan çêkiriye li ser xanî bi cih dikin  û  radizên, ji bo ku serê sibehê tav li me nexe. Her wiha me berê dema di koçeriyê de ji bo konên xwe jî çêdikirin. Lê qesîl wekî berê nayên bikaranîn. Lê ez li hewşa mala xwe ji bo malbata xwe çêdikim. Ev li navçeya me gelek tê bi kar anîn. Çêkirina van alavan gelek zahmet e, lê belê ew qas jî xweşe.”   Karekî zehmet, emrekî dirêj   Fatma, diyar kir ku ew di serî de qesîlên kom dikin hîn dema şîne tînin mala xwe û ev tiştan got: “Piştî ku em tînin malê em spî dikin û herê dawî dihêlin ji bo zûha bibe. Piştî ku hişk bû bi ben em dest bi çêkirina amûrên ji wan dikin. Dema ku qesîl xilas dibin em carekedin diçin kom dikin û tînin. Em keviran bi ben girê didin ji bo dema çêkirinê de saxlem û şidandî bin. Ger ku em ben bi kevir gire nedin dê ne şidandî sist be û wê bi kêr neyê. Piştî ku diqede em ji qesîlên xwe bendikan û kevir vediqetînin. Ev benên ku ez niha bi kar tînim cûda ne. Vî benî hem ji mûyê bidinan ku dirêsim hem jî ji tayê fanîleyan çêdikim û di çêkirina qeslê de bi kar tînim. Ev her amûrek ku em ji qesîlê çêdikin 10 salan mirov dikare bi kar bîne. Ez alavên ku çêdikim di 4 -5 rojan de diqedînim. Bi taybet yê ku em ê ji bo ser banî bi kar bînin.”   ‘Ez naxwazim ku ev çand  winda bibe’   Fatmayê di dawiya axaftina xwe de got ew amûrên çêdike nafroşe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min berê dema ji qesîlan amûr çêdikirin difrot. Lê niha nafroşim. Lê kesên ku çê dikin difroşin hene. Êdî tu kes wek berê vê çênake. Hêdî hêdî ev çand ber bi tûnebûne ve diçe. Koçerên niha jî êdî van amûran bi kar naynin û konên amade dikirin ji xwe re. Ciwanên niha jî xwe êdî xwedî li vê çandê dernakevin. Ez naxwazim ku ev çand  winda bibe.”