Jinên Şengalê: Em ê her li dijî êrîş û tundiya li ser Efrînê bisekinin 2020-06-06 09:10:49   Almas Nayif - Viyan Said   ŞENGAL - Jinên Şengalê têkildarî êrîşên li ser Efrînê diyar kirin ku êrîşên li ser Efrînê nayên qebûlkirin û wiha gotin:"Êrîş û bêdengiya li dijî êrîşan nayên qebûlkirin. Em ê her li dijî van êrîşan bisekinin."   Êrîş û tundiya li ser Efrînê dewam dike. Li gor çavkaniyên herêmî bi taybet îşkence û êrîş li jinan tên kirin. Têkildarî mijarê jinên Şengalê diyar kirin ku li dijî îşkenceyê divê kes bêdeng nemînin û wiha gotin:"Divê hemû cîhan li dijî êrîşan dengê xwe bilind bike."   'Ew ê dijmin bi ser nekeve'   Pakîze Celal diyar kir ku tiştên li Şengalê qewimîn niha li Efrînê dubare dibin û wiha got:"Dewleta tirk bi tank û topên xwe erîşî gelê Efrînê kir. Gelê Efrînê ji neçarî berê xwe da Şehbayê. Lê îro jî dagirkeriya dewleta tirk hîn zêdetir dibe û îro jî wek ku çawa li Şengalê jin revandin li Efrînê jî pêk tînîn. Em dibînîn ku tu kes li hember vê dagirkeriya hov ya dewleta tirk dengê xwe dernaxe. Fermana ku do bi ser Şengalê de anîn îro bi ser Efrînê de tînin. Dewleta tirk dixwaze gelê Efrînê tune bike lê bi ser nakeve. Ji ber ku gelê Efrînê bi fikir û ramanên Rêbertî xwe rêxistin kiriye loma tu carî têk naçe. Em wekî jinên Êzidî slavan ji Girava Îmraliyê ji Rêber Apo re dişînin û em dibêjin ew ê dijmin bi ser nekeve."   'Em ê her li dijî êrîş û tundiya li ser Efrînê bisekinin'   Jina bi navê Helo Mişo jî wiha got:"Em her tim li pişta gelê Efrînê ye. Bila tu carî nebêjin ew tenê ne. Gelê Efrînê ji bo ku em ji fermanê rizgar bibin gelek ked da. Em jî tu carî dest ji gelê Efrînê bernadin. Her tim gel bi ser ketiye û wê dîsa bi ser keve. Çawa Şengal bi fikir û ramanên Serok Apo bi ser ket em jî wek jinên Êzidi dibêjin wê Efrîn bi ser bikeve. Daxweza min  e we ku gelê me bila vegere ser axa xwe. Êrîş û bêdengiya li dijî êrîşan nayên qebûlkirin. Em ê her li dijî van êrîşan bisekinin."