Pervîn Bûldan: Em kesek jî bimînin em ê eniyên xwe terk nekin 2020-06-05 16:50:25   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan têkildarî xistina parlamenteriya Parlamenterên HDP'ê Leyla Guven û Mûsa Farisogulari de anî ziman ku xistina parlamenteriyê darbe ye û got:"Em kesek tenê jî bimînin em ê eniyên xwe terk nekin."   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar piştî civîna MYK'ê daxuyaniya çapemeniyê da. Daxuyaniya ku li Navenda Giştî ya Partiyê çêbû bal kişand ser parlamenteriya Parlamenterên HDP'ê Leyla Guven û Mûsa Farisogulari.   'Darbeya AKP'ê ye'   Pervîna ku di daxuyaniyê de mafê axaftinê girt wiha got:"Ev pêvajoya darbeyê ev demeke dirêj e ku didome. Hukumeta AKP'ê tiştê ku bi hilbijartinê bi dest nexist dixwaze bi rêya zext û zordestiyan bi dest bixe. AKP bi fenan îktidara xwe li ser piyan dihêle. Di demên dawî de tu hilbijartina ku îktidarê qezenc kiriye ne rewa ye. Di encama gelek fenan de ev hilbijartinan pêk hatine. Ev hem ji bo hilbijartinên herêmî hem jî yên giştî derbasdar e. Xistina parlamenteriyê darbeya AKP'ê ye."   'Ew ê têkoşîn bidome'   Pervînê bi lêv kir ku ew ê bi zext, tundî û darbeyan AKP nikaribe bigihêje armanca xwe û wiha dewam kir:"Em kesek tenê jî li TBMM'ê bimînin ev têkoşîn ew ê bidome. Ev darbe li dijî hevşaredarên me jî tên meşandin. Ew ê têkoşîn bidome. Heger em bi hev re tênekoşin ew ê zextên AKP'ê li her derê bê kirin. Ev darbeya li dijî hemû gelan pêk hatiye ne tenê li dijî HDP'ê ye."   Piştî Pervînê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar jî wiha got:"Divê tifaqa demokrasiyê berfireh bibe. Divê tevgera bi hev re esas bê girtin."