Li Cizîrê 4 kes hat binçavkirin 2020-06-05 15:32:23   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê polîsan bi ser gelek malan de girtin û 4 kes kirin bin çavan.   Li navçeya Cizîr a Şirnexê polîsan serê sibehê saet di 10.00’an de bi ser gelek malan de girt  û lêgerîn pêk anîn. Di lêgerînê de hemû tişt hatin belavkirin. Hat zanîn ku di serdegirtina malan de kesê bi navê Faruk Îverendî û 3 kesên ku navên wan nayê zanîn hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirina 4 kesan nayê zanîn.   Di lêgerîna malan de polîsan dest danîn ser gelek alavan. Hat zanîn ku 4 kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê de tên girtin.