Girtiyan ji bo Leyla Guven daxuyanî dan 2020-06-05 15:23:37   STENBOL- Girtiyên PAJK'ê diyar kirin ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku parlamenteriya wê hat xistin, parlamentera gelan e û banga têkoşîna yekîtiya hevpar a hêzên demokrasiyê kirin.    Girtiyên PAJK'î yên li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Bakirkoyê têkildarî xistina parlamenteriyê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de daxuyanî dan.    'Leyla Guven parlamentera gelan e'   Girtiyan gotin:"Em ê tu carî xistina parlamenteriya Leyla Guven qebûl nekin. Leyla Guven parlamentera gelan e.Tiştên ku qewimîne bêhiqûqî ye. Em ê sekna xwe ya li dijî vê yekê dewam bikin. Gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê divê li gel gelê kurd têkoşînê bikin."