'Em serî natewînin' 2020-06-05 14:14:04   ENQERE - Parlamenterên HDP'ê  ku xwestin li Guvenparkê daxuyaniyê bidin û daxuyaniya wan hat astengkirin. Li ber MEB'ê daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin.  Serokwekîlê Koma HDP'ê Saruhan Oluç di daxuyaniyê de axivî û wiha got: "Hilbijêrên me di serî de de zilma li ser Gelê Kurd li hemberî tu zilmê serî netewandine. Em jî serî natewînin."   Parlameneterên HDP'ê ku li Guvenparka Enqereyê betalkirina parlamenteriyê û girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Gelan (KCD) û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven û ya parlamenterê Amedê Musa Farîsogullari bi meşkê şermezar kirin li ber Wezareta Perwerdeya Milî çalakiya wan hat asetengkirin û polîsan êrîşî parlamenteran kir.   Rojnameger hatin astengkirin   Ji ber astengkirinê di navbera parlamenter û polîsan de gengêşî derket. Di vê navberê de rojnamegerên ku xwestin dîmen bikişînin jî hatin asetengkirin. Parlamenteran bertek nîşanî êrîşa polîsan da.   'Wateya dowîzên ku me hilgirtin aşkera bû'   HDP'yiyên ku ketina wan a parkê hat astengkirin li ber Wezareta Perwerdeya Milî daxuyanî dan.  Di daxuyaniyê de Serokwekîlê Koma HDP'ê Saruhan Oluç axivî û got ku polîsan bi awayê bêhiqûqî êrîş kir û ketina parlamenteran a parkê asteng kirin.  Saruhan wiha berdewam kir: "Îro tîşta li vir hat jiyîn wateya dowîzên ku me hilgirtin derxist holê. Darbe heye! Îqtîdara îro li dijî siyaseta demokratîk darbe pêk anî. Lê ev ne pêvajoyeke nû ye."   'Em serî natewînin'   Saruhan diyar kir ku îqtîdar li dijî hemû kesên muxalif dijminantiyê dike û wiha got: "Partî u dewlet kirin yek. Tifaqa AKP û MHP'ê nûnertîya nîvê civakê jî nakin. Piraniya civakê dixwaze ku ev îqtîdar bê guhertin. Lê ev îqtîdar jî ji bo xwe li ser piyan bihêle êrîşî hêzên demokrasiyê dike. Em ê wekî HDP bi hemû hêza xwe li girtîgehan û li derve em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em serî natewînin."   Piştî daxuyaniyê parlamenter bi diruşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin", "Jin jiyan Azadî" û "AKP'ya darbekar" ber bi meclisê ve meşiyan.