Êrîşa li Leyla Guven hat kirin li hemû jinan hatiye kirin 2020-06-05 12:36:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Rizgariya Jinan diyar kir ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku hat girtin îradeya hemû jinan e û got êrîşa li Leyla Guven hat kirin li hemû jinan hatiye kirin.   Avakariya Rizgariya Jinê têkildarî girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin Mêr-dewlet polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinê mezin dike.    'Ev êrîş li dijî hemû jinan hat kirin'   Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin AKP-MHP hem êrîşî saziyên li dijî tundî û tecawizkaran li berxwe dide, dike hem jî bersûcên ku tecawizî jinan kirine û tundiyê pêk tînin serbest berdide û di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Bi polîtîkayên mêtingeriyê yên ku li Kurdistanê bi awayekî taybet tên meşandin êrîşî jinan tê kirin. Sîstema ku dev ji êrîşên li dijî jinan bernade di heman demê de êrîşî sembola serhildana jinê Leyla Guven kir. Ev kiryarên ku ji aliyê qesrê tên meşandin ne tenê li ser gelê kurd di heman demê de li ser kedkar, ciwan, LGBTİ, jin û hemû gelên li tirkiyeyê tê kirin.   'Êrîşa li Leyla Guven hat kirin li hemû jinan hatiye kirin'   Di daxuyaniyê hat gotin Leyla Guven îradeya hemû jinan e û wiha berdewam kir:"Tê xwestin ku destkeftiyên jinan hemû bên tunekirin. Êrîşa li Leyla Guven hat kirin li hemû jinan hatiye kirin. Leyla bi têkoşîna xwe bûye dengê hemû jinan. Bi binçavkirin û girtinan 'dersa deweletê' tê dayin. Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe ya rizgarkirina jinê bernedin."