Parlamenterên HDP'ê li Meclisê çalakiya şermezarkirinê pêk anîn 2020-06-05 11:54:06   ENQERE - Parlamenterên HDP'ê li meclisê li dijî betalkirina parlamenteriya Leyla Guven û Musa Farîsogullari çalakiya şermezarkirinê pêk anîn.   Li Meclisê bi hinceta ku cezayê li wan hatiye birîn parlmaneteriya Hevseroka KCD'ê û parlamentera Colemêrgê ya  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Leyla Guven û parlamenterê Amedê Musa Farîsogullari duh hatibû betalkirin û hatibûn girtin. Parlamenterên HDP'ê li dijî vê pêkanîna dijhiqûqî vê sibehê li Meclisê çalakiya şermezarkirinê pêk anîn. Parlamenteran di çarçoveya çalakiya xwe de li ber deriyê Meclisê daxuyanî dan çapemeniyê û di daxuyaniyê de dowîzên bi diruşmên "Darbe heye" hilgirtin.   'HDP her ku diçe mezin dibe'   Di daxuyaniyê de Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş axivî. Meralê diyar kir ku her roj bahsa têkoşîna xwe ya bi FETO re dikin û wiha got: "Lê me dît ku çawa derewan dikin. Dema ku mijar dibe kurd hevkariya wan berdewam dike.  AKP'ê ji bo xwe nexşerêyek derxistiye û bi derew û êrîşên xwe HDP'ê krîmînalîze dike û îqtîdara xwe rêve dibe.  Çiqas êrîş dikin bila bikin hedepe hêza xwe ji rastiya xwe digire û roj bi roj mezin dibe.  Em ê li dijî darbekaran serî netewînin û têkoşîna xwe bidomînin."   Parlamenteran piştî daxuyaniyê li ser banga rêxistina HDP'ê ya Enqereyê bi dirûşma " Darbekar AKP" ber bi Guvenparkê ve dest bi meşê kirin.