Banga mezinkirina têkoşînê ya li dijî xistina parlamenteriyê 2020-06-05 11:01:41   ENQERE - Serokên partiyên siyasî bertek nîşanî ketina parlamenteriya parlamenterên HDP'ê dan û gotin:"Tercîh û îradeya gel tune tên hesibandin. Divê li dijî êrîşan yekîtî bê avakirin."   Ji aliyê TBMM'ê ve parlamenteriya Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlamenterê HDP'ê Musa Farisogullari û Parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu bi hinceta 'cezayê hatiye teqezkirin' hat xistin. Piştî xistina parlamenteriyan dengê bertekan hem li meclîsê hem jî li ser medyaya civakî bilind bûn. Gelek siyasetmedar, sazî û dezgehan bertekên xwe nîşan dan. Bikarhênerên medyaya civakî bi etîketa "Li Meclîsê Darbe Heye" bertek nîşanî biryara hevpar a AKP-MHP dan.    Serokên partiyên siyasî bertek nîşanî ketina parlamenteriya parlamenterên HDP'ê dan û peyama mezinkirina yekîtiyê ya li dijî êrîşan dan.    'Divê em li dijî êrîşan serî netewînin'   Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan wiha got:"Rejîma siyasî her ku diçe dibe otorîter û qadên azadiyê gav bi gav teng dike. Li dijî polîtîkayên zextê têkoşîneke hevpar divê bê kirin û rêxistinbûyin divê bê xurtkirin. Divê em li dijî êrîşan serî netewînin. Rêxistinbûyina têkoşînê berpirsiyariya hemû kesên demokrasiyê diparêzin."   'Li dijî van êrîşan têkoşîna hevpar divê'   Seroka Giştî ya Partiya Kedkaran a Sosyalîst (SEP) Guneş Gumuş wiha got:"Îradeya hilbijêran a ku her îktidar behsa wê dike tenê ji bo îktidarê derbasdar e. AKP ji bo îktidara xwe têke bin garantiyê her tiştî dike. Li dijî van êrîşan têkoşîna hevpar divê.    'Ev kiryarên bêhiqûq ên li dijî parlamenteran nayê qebûlkirin'   Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elif Torun Oneren jî wiha got:"Îktidara AKP-MHP'ê careke din îradeya gel tune hesiband. Li meclîsê bi dengên îktidarê dîsa biryareke ku wekî lekeyeke reş li dîrokê cihê xwe bigire hat dayin. Bi vê yekê îktidarê nasnameya xwe ya darbekar nîşan daye. Dewleta bi zihniyeta baviksalariyê tê birêvebirin careke din jî dijminatiya xwe ya li dijî jinê nîşan da. Ev kiryarên bêhiqûq ên li dijî parlamenteran nayê qebûlkirin. "