'Heta serkeftinê wê tekoşîn bidome' 2020-06-05 10:32:17   MEXMUR - Meclisa Îştar a wergeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) betalkirina parlamenterî û girtina Hevseroka KCD'ê Leyle Guven û Musa Farîsogullari bi daxuyaniyekê şermezar kir.    Duh li Meclisê parlamenteriya Hevseroka Konngreya Civaka Demokratîk  (KCD) û parlmanentera Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û Parlamenterê Amedê Musa Farîsogullari hatibû betalkiirn û piştî bi demeke kurt hatibûn girtin. Meclisa Îştar a Wergeha Penaberan a Mexmûrê  bi daxuyaniyeke niviskî êrişên li ser Hevseroka KCD'ê û parlmanetera Colemêrgê Leyla Guven û parlementer Musa Farîsogullari Şermizar kirin.   Daxuyanî weha ye:   "Dewleta tirk a dagirker a faşist her tim ji hêza gelan a berxwedêr tirsiya ye. Ji ber vê tirsa xwe bi şêwazên hovane êrîşî îradeya Gelê Kurd dike. Hukumeta AKP -MHP’ ya faşîst civaka Tirkêyê û hemu çavkaniyên wê tune kirin, yên ku li hember faşîzma ve hukumeta xwînxwar li ber xwe dan û karibû deng derbixe, Gelên Kurd û pêşengên Gelê Kurd in. Ji ber vê ye ku êrîşî vîna Gelê Kurd dike.  Rêjîma faşîzane ya Tirk ji bo ku Gelê Kurd bê îrade biminê hemû qanûnên xwe û hemû qanûnên navneteweyî binpê dike. Van hemû pêkanînan ji bo bikaribe Gelê Kurd bê îrade bike, qir bike û navê Kurd ji holê rake dike.   Mazlûm Dogan bû qêrîna Gelê Kurd   Di kesayeta Rêber Apo de xwestin Gelê Kurd bê îrade bikin. Ji ber vê yekê bi tecrîda girankirî xwestin Rêber Ap û Gelê Kurd ji hev qut bikin.  Lê belê çawa ku li hember faşîzma Evren di Zindana Amedê de Mazlum Dogan bu qêrîna azadiya Gelê Kurd, li hember siyaseta qirker a Erdoxan ya ku bi hemu hêza xwe hewil dide  Gelê Kurd bê  îrade bike, li hember tecrida girankiri ya li ser Rêberê PKK'ê,  Leyla Guven jî bo qêrîna serhildêriyê. Dengê Gelê Kurd ku dixwestin qut bikin, êdî li Cihanê deng veda.    Em banga serhildanê li jinan dikin   Betalkirina parlamenteriya  Parlamenterên kurd û girtina wan binpêkirina huquqa navneteweyî ye. Li ser vê yekê em wek jinên wargeha Şehît Rustem Cudî bang li hemû Gelê Kurd, raya giştî û bi taybetî bang li jinên Kurd dikin ku li hemberî vê bê mafiyê serî hildin. Çawa ku rêjima qirker a Erdogan bi hemû hêza xwe bi ser me de tê ku me bê îrade bike, divê em jî bi heman şêwazê bi hemû hêza xwe li hember vê siyaseta qirker serî hildin û tekoşinê bidin meşandin. Çawa kû leyla Guven bi tekoşina xwe zincirek ya tecrîda girankiri li ser Rêber Apo şikand, em ê jî bi tekoşîna xwe hemû zincirên koletiyê bişkênin."