‘Hikûmet ji hêza jinan ditirse' 2020-06-05 09:36:46   ÊLIH - Bertek û nerazîbûnên li hemberî xistina parlamenterî û girtina Leyla Guven û Musa Farisogullari didomin. Hevşaredara Êlihê û aktîvîstên TJA'yê bertek nîşan dan û gotin: "Bi xistina parlamenterî û girtinê dixwazin darbeyek li Gelê Kurd bixin. Leyla hem pêşeng hem ji vîna bi milyonan welatiyan e. Divê were zanîn ku li hemberî êrîşen bi vî rengî dê têkoşîn bidome."   Piştî wekîltiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemergê Leyla Guven û parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogullari li meclisê xistin, hatin binçavkirin û biryara girtina wan hat dayîn dan. Bertek û nerazîbûnên li hemberî xistina parlamenteriyê, binçavkirin û girtina parlamenter Leyla û Mûsa didomin. Hevşaredara Êlihê ya ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin kirin Songul Korkmaz û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulîstan Sunuk û Hacer Karaoglan nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin.     Songul di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku hikûmet ev demeke dirêje êrîşeke hovane li ser Gelê Kurd û jinê dide meşandin û wiha berdewam kir: “Em bi êrîş û nêzîkatiyên hikûmetê re feraseta wan ya dijminahiyê bi eşkere dibînin. Bi destpêkirina pêvajoya pandemiyê re qayûm tayînê şaredariyên me kirin û hevserokên me xistin binçavan. Ev êrîşek raste rast li hemberî rasteka me ya hevserokatiyê ye. Lê em dizanin ji sax û miriyên me ji ditirsin. Goristanan parçe kirin û cenazeyê ciwanên kurd li li peyareyan definkirin. Bûn sedema hêstirên çavên dayikan. Bi ser komeleya Jinan a Rosayê de girtin û di jimareke zêde de endamên Rosayê û TJA’yê binçavkirin û girtin. Bi ser avahiya HDP’ê ya Êlihê de girtin û cardin hevserokên me yên navendê binçav kirin. Duh parlamenteriya birêz Leyla Guven, Musa Faris Ogulları bi hênceta ku sucê wan hatiye erê kirin hatine xistin. Ev hemû ji bi hev re têkildarin. Hikûmet raste rast êrişê nirxên me û rasteka me dikin. Bi van yekan re dixwazin HDP’ê û komeleyên jinan îlegalîze bikin.”   ‘Leyla navê berxedanê ye’   Songul di berdewamiya axaftina xwe de got ev êrîş berdewamiya êrîşa 4’ê Mijdarê ye û got: “Ew bê hiqûqiya hatiye kirin îro ji bi heman rengî tê berdewam kirin. Ev nêzîkatî ne ji aliyê gel ve ne ji ailiyê me ve tê qebûlkirin. Leyla îradeya bi milyonan kurdan e. Em ê her tim li dijî vê bê hiqûqiyê bibin bertek. Bi hezaran sîyasetmendarên kurd hatin girtin. Lê divê hikûmet êdî ketibe ferqa hinek tiştan. Sed ji me bigirin wê sedên din bi heman şeklî rabin li şûna wan têbikoşin. Ji ber ku rêxistina HDP’ê, rêxistina jinê xwedî bingehekî qahîm e, ango em ji hev hêzê digirin. Mînakên vê di dîrokê de pir in. Di dîroka Kurdistanê de ji nave Leyla her tim bûye nave berxwedanê. Îro ji Leyla Guven li ser heman rêyê ji bo têkoşîna azadiyê bû sembolek girîng. Em bi gefan, bi kuştin û girtinan re tucarî paşve neçin. Em ê her tim xwedî li deskeftiyên xwe derkevin. Her wiha pêwîste li dijî van bê mafiyan hemû qadên civakê bitêkoşin.”   ‘Li hemberî êrîşan wê têkoşîna me bê hempa be’   Gulîstan, destnîşan kir ku li hemberî jinê êrîşek taybet tê meşandin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Jin li hemberî feraseta hikûmetê ya ku dixwaze civakek kole biafirîne bi bertek e. Leyla ji pêşengeke jina ye. Bi pêşengtiyê wê re bi hezaran kurd rabûn serhildanê. Ji xwe ji wê rojê de ji diyar bû êrîşên li hemberî Leylayê bidomin. Divê were zanîn ku wê li hemberî van êrîşan têkoşîn jî bê hempa be. Girtin nayên wateya ku em ê tune bibin. Wê li ser şopa Leylayê bi hezaran jin rabin ser piyan. Em soza mezinkirina têkoşîna wê didin.”   ‘Hikûmet ji hêza jinan ditirse’   Hacer Karaoglan axaftina Suleyman Soylu ya ku gotiye "Rêxistina kurdan rêxistina jinan e" bibîranî û wiha got: “Piştî ku Suleyman Soylu vê axaftina xwe got ji xwe li ser komeleyên jina û li ser jinên ciwan êrîşek taybet hat meşandin. Her wiha ji bo vê rêxistinê îlegal nîşa bidin tişta ji destê wan hat kirin. Êrîşê nirxên kurdan, êrîşê jinan kirin. Di eslê xwe de ji ev tirsa wan ya li hemberê jinan dide nîşadan. Ew dizanin ku jin tucarî serî natewînin. Êrîşên di vê dawiyê de tên kirin hemû ji bi haman sedemê ne. Em Leylayê weke sembola berxwedanê dibînin ku ew jî ji vê hêza jinê tirsiyan.”