Lîsa Çalan: Tu tiştek nebû wekî berê lê min hêviya xwe winda nekir 2020-06-05 09:16:23   AMED - Lîsa Çalan a ku bû şahida teqîna 5'ê Hezîranê û du lingên wê jêbûn anî ziman ku piştî teqînê tu tiştek di jiyana wê de nebû wekî berê lê wê tu carî hêvî û baweriya xwe winda nekiriye û got:"Divê hemû gelê Amedê xwedî li doza xwe derkevin. Çimkî ew êrîş li gelê Amedê hat kirin."   Di 5'ê Hezîrana 2015'an de di mîtînga "Mirovatiya Mezin" a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qada Îstasyonê ya Amedê de êrîşa bombeyî pêk hatibû û di encamê de 5 kesî jiyana xwe ji dest dan. 400 kes jî birîndar bûn. Ji ser êrîşê 5 sal derbas bûn û cezayê muebetê ji bo bersûcan hat dayin. Di êrîşa bombeyî de yek jê kesên ku birîndar bûn Lîsa Çalan bû. Lîsayê behsa tiştên ku piştî êrîşê jiyaye û pêşketinên di dozê de nirxand.   'Tu tiştek nebû wekî berê'   Lîsayê bi lêv kir ku piştî teqînê jiyana wê guheriye û got piştî 5'ê Hezîranê tu tiştek nebûye wekî berê û wiha dewam kir:"Piştî 5'ê Hezîranê li Pirsûs, Enqere, Dîlokê jî teqîn pêk hatin. Min pêvajoyeke ku bandor li ser hemû jiyana min kir, derbas kir. Ne tenê jiyana min jiyana hevalên min, malbata min jî guhert. Ez wekî koçerekê êdî jiyam. Ez ji welatekî derbasî welatekî din ji nexweşxaneyê derbasî nexweşxaneyeke din bûm. Hema bêje ez li hemû nexweşxaneyên cîhanê geriyame. Birînên min ên ku divê ez heta dawiya temenê xwe pê mijûl bibim hene. Heta dawiya jiyana xwe ez ê dermanan bi kar bînim. Gelek tiştên ku min berê dikir niha nikarim bikim. Ez mecbûr im jiyana xwe li gor du lingên mekanîk bi teşe bikim. Ev qet ne hêsan e."   'Ev doza me hemûyan e'   Lîsayê anî ziman ku pêvajoya dozê hîn dewam dike û wiha got:"Doz li Enqereyê dihat dîtin. Tevî vê yekê ez beşdar dibûm. Ji bo ez nîşanî wan bidim ku ew nikarin me bikujin, nikarin me bi dawî bikin ez çûm eywana dadgehê. Polîs hîn li Amedê ten darizandin. Di vê mijarê de pêdiviya me bi piştevaniyeke mezin heye. Divê hemû gelê Amedê şopdarê vê dozê bin. Ev doza me hemûyan e. Lê heger her kes cezayê ku heq dike bigire em ê rehet bibin."    'Tu tiştek nebû wekî berê lê min hêviya xwe winda nekir'   Lîsa diyar kir ku ne tenê li dijî gelê kurd li dijî muhalîf û herkesên ku dengê xwe bilind dikin êrîş tên kirin û wiha bi dawî kir:"Me azadî û demokrasî gelekî li paş xwe hişt. Em her roj bi hilweşandineke din hişyar dibin. Êdî ne diyar e ku ew ê kengî çi bibe. Elbet em hêviya aştiyê ya di dilê xwe de diparêzin û têdikoşin. Tu tiştek nebû wekî berê lê min hêviya xwe winda nekir. Êrîşên 5'ê Hezîranê, Dîlok, Pirsûs û Enqereyê ne tenê li dijî gel di heman demê de li dijî demokrasî, aştî û azadiyê bû jî. Em tevî her tiştî bi piştevaniyê hewil didin li ser piyan bisekinin. Em bi malbatên Pirsûs û Enqereyê jî di nava piştevaniyê de ne. Ji ber ku ew ê tu carî birîna min aş nebe loma ez ê tu carî ev tiştên ku qewimîne ji bîr nekim. Her ku bê bîra min ez ê bêtir li berxwe bidim."