‘Polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê didomin’ 2020-06-05 09:14:58   WAN - Rêvebera MEBYA-DER’ê Ceyda Dîndar, diyar kir ku êrîşên li hember goristanan, êrîşên li hember mafê çand û ziman, berdewama polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê ne û got: “Gelê Kurd bi sedsalan e li dijî vê têdikoşe. Divê em xwedî li vê têkoşînê derkevin.”   Rêvebera Komeleya Çanda Pitşevaniya Alîkariya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniya Mezopotamyayê Winda kirine (MEBYA-DER) Ceyda Dîndar der barê geşedanên pêvajoya dawî de axivî û da zanîn ku ev êrîşên tên jiyîn parçeyek polîtîka tunekirinê ya li hember kurdan tê meşandinê ye.   ‘Em bûn şahidê binpêkirinên her cureyê maf’   Ceydayê bi lêv kir ku hemû cîhan li dijî vîrusê têdikoşe û desthilatdariya ku ev wek derfet dîtiye, êrîşî nirx û dîroka Gelê Kurd dike û got: “Di pêvajoya desthilatdariya heyî de, me her tişt dît. Cenaze bi kargoyan hatin şandin, cenaze bi rojan li kolanan man. Ciwanê Kurd yê ji ber muzîka Kurdî guhdar kir hat qetilkirin, aktîvîstên mafê jinan diparêzin hatin girtin. Li hember goran êrîş pêk hat. Di pêvajoya vîrusê de qedexe pêk anîn û ev jî lîstikên siyasî ne.”   ‘Dixwazin bîrama jê bibin’   Ceydayê destnîşan kir ku polîtîkayên qirkirina li hember Gelê Kurd bi sedsalane didomin û komkujiya Zîlanê ya di 12’ê Tîrmeha 1930’an de li Geliyê Zîlanê yê girêdayê Erdîşa Wanê pêk hatibû bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftin xwe: “Niha jî xisazin li herêmê HES’ê çêbikin.Bi vî awayî jî dixwazin hişê gel paqij bikin.Li dijî ciwanên Kurd polîtîka dimeşin. Lê em wek gelê Kurd wê heta dawî xwedî li çand û dîroka xwe derkevin.”   ‘Em bi axaftina bi kurdî xwedî li zimanê xwe derkevin’   Ceydayê her wiha daxuyand ku ji bo kurdî bê jiyîn û belav bibe qursên zimanê kurdî vekirine lê ji aliyê qeyûman ve hatine girtin û ev tişt anî ziman: “ Di vê pêvajoyê de yekane daxwaza me ji malbatan ev e ku li dijî êrîşan bêdeng nemînin û bi zarokên xwe re teqez kurdî biaxivin. Em ê her wiha şopdarên pêvajoya hiqûqî ya binpêkirinên mafan bin.”