'Destdirêjiya li dijî jinê bêrêzdariya li hember nirxên civakê ye' 2020-06-05 09:03:47   Roj Hozan   QAMIŞLO - Cîgira Seroka Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê Derya Remezan, derbarê kiryarên dewleta tirk ên derheqê  jinan de nêrîna xwe anî ziman. Deryayê bi lêv kir ku divê cîhan li dijî destdirêjiyê bêdeng nemîne û wiha got:"Destdirêjiya li dijî jinê bêrêzdariya li hember nirxên civakê ye. Divê rêxistinên mafê mirovan û yên jinan dev ji bêdengiya xwe berdin. Êrîşên li Efrînê li dijî jinan tê kirin sûcê mirovahiyê ye."   Êrîş û binpêkirina mafên mirovan ên li Efrînê her ku diçe zêde dibe. Her Efrîn bi êrîş û binpêkirina mafan cihê xwe di rojevê de digire. Bi taybet jî ev êrîşa dijwar li dijî jinan tê kirin. Herî dawî Efrîn bi tundiya li ser jinên di zindanên Efrînê de hatibû rojevê. Têkildarî mijarê Cîgira Seroka Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê Derya Remezan axivî.    'Li herêmên dagirkirî kiryarên dijmirovî tên kirin'   Deryayê di destpêka axaftina xwe de qala kiryarên dewleta tirk ên derheqê mirovan de kir û wiha got: "Weke ku em dizanin îro tevahî cîhan ji ber rewşa Vîrusa Koronayê rawestiyaye, lê heta roja me ya îro jî ji destpêka dagirkirina dewleta tirk heta niha kiryarên dijmirovî didomin.Bi taybet jî li ser jinan kiryarên li dijî ehlaqê mirovahiyê didomin. Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kiryarên derveyî ehlaqê mirovahiyê hîn jî bi dijwarî dewam dike. Komên çeteyên girêdayî dewleta tirk piştî nakokiyên di navbera wan de kîna xwe bi serê mirovan de derdixin û jinên ku di zindanên wan de ne bi her cureyên îşkenceyê rû bi rû tên hiştin."   'Dewleta tirk dixwaze serweriya xwe mayinde bike'   Derya di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser armancên dewleta tirk û wiha domand: "Îro em di pêvajoyeke hesas de derbas dibin. Dewleta tirk jî dixwaze ji rewşa heyî sûdê werbigire û herêmên dagir kirine berfireh bike. Heta asteke bilind êrîşî vîna mirovan kir û bajarên aram topbaran û dagir dike. Dibe ku gelek caran em rastiyên heyî radixin ber çav, lê tiştê ku xuya dike gelek dewlet ji van kiryaran razîne. Dewleta tirk heta jê bê wê êrîşî me bike. Rêza wan ne ji mirovên li ser axê ne jî ji mirovên di bin axê de hene. Dewletên ku îro tenê parastina berjewendiyên xwe dike, rêya dagirkirinê ji tirkiyeyê re hêsan dike. Dewleta tirk dixwaze ne tenê li Rojhilata Navîn li gelek welatên cîhanê jî serweriya xwe mayinde bike."   'Mafê mirovan heye ku ser axa xwe aram bijîn'   Derya di dawiya gotina xwe de bang li hemû rêxistinên mirovahî û tevahî rêxistinên jin kir ku sînorê bêdengiyê bişkînin û mafê jinan biparêzin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Rast e gelek caran me bang kiriye ku rê li ber kiryarên dewleta tirk bê girtin, lê dewletên ku xwe ji mijarê dûr dixin û paşguh dikin divê dawî li bêdengiya xwe bînin. Hîn kiryarên terora DAIŞ’ê yên li ser jinên Şengalê di bîra me de ye. Divê rêxistinên mafê mirovan û yên jin ji sînorê bêdengiya xwe derkevin û hesab ji dewleta tirk bipirsin. Mafê mirovan heye ku ser axa xwe aram bijîn."