ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-05 09:00:00   *Destar yek ji amûrên dîrokî yên civaka xwezayî ye. Tevî kêmbûna bikaranîna wê ya rojane, bi riya bikaranîna jinan ev çand dîsa zindî tê hiştin. Jina bi navê Wensa Îsa ya ku hem destarê bi kar tîne û hem jî li ser destarê çîrokên gelêrî jî zindî dike anî ziman ku divê gelê kurd li çanda xwe xwedî derkevin û wiha got:"Ez hem destarê bi kar tînim hem jî çîrokên gelêrî dibêjim. Ev yek çanda me ye û peywira me ya girîng ew e ku em çanda xwe bikaribin bidin jiyîn." DÎMEN HEYE   *Cîgira Seroka Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê Derya Remezan, derbarê kiryarên dewleta tirk ên derheqê  jinan de nêrîna xwe anî ziman. Deryayê bi lêv kir ku divê cîhan li dijî destdirêjiyê bêdeng nemîne û wiha got:"Destdirêjiya li dijî jinê bêrêzdariya li hember nirxên civakê ye. Divê rêxistinên mafê mirovan û yên jinan dev ji bêdengiya xwe berdin. Êrîşên li Efrînê li dijî jinan tê kirin sûcê mirovahiyê ye." DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Emîne Dawud a ku dayika du pakrewanan e anî ziman ku ew ê her li gorên zarokên xwe xwedî derkevin û wiha got:" Şehîd hêza me ya manewî, hebûn û doza me ne loma em bi wan ser bilind in. Dewleta tirk bi êrîşên li ser goristanan dixwaze vîna me têk bibe. Gorên zarokên me ne bê xwedî ne, destên xwe yên qirêj bikşînin." DÎMEN HEYE   *Neslîhan a  li gundê Aşûtê ku di temenê xwe yê ciwan de stranbêjiyê dike diyar kir ku ew şopdara stranbêjên navdar ên wekî Eyşeşan û Meryemxan e û dixwaze ku ew bi stranên xwe re serkeftinên jinan vebêje. DÎMEN HEYE   *Lîsa Çalan a ku bû şahida teqîna 5'ê Hezîranê û du lingên wê jêbûn anî ziman ku piştî teqînê tu tiştek di jiyana wê de nebû wekî berê lê wê tu carî hêvî û baweriya xwe winda nekiriye û got:"Divê hemû gelê Amedê xwedî li doza xwe derkevin. Çimkî ew êrîş li gelê Amedê hat kirin." DÎMEN HEYE   *Berxwedana ‘Nobeta Av û Windanê’ ya li dijî birîna nêzî 200 hezar darên li Çiyayên Kaz didome. Hevberdevka Yekitiya Ekolojiyê Suheyla Dogan diyar kir  ji ber vîrûsê rêbaza berxwedanê biguhere jî jin dîsa li eniya herî pêş bûne. BI DÎMEN   *Karkerên demsalî yên bi kîlometreyan ji dûr tên û li Çukurovayê di bin germahiyek mezin de dixebitin wiha dibêjin: “Em 4 mehên havînê dixebitin. Pereyê em qezenc dikin jî têrî 2 mehên me yên zivistanê nake. Em jî dixwazin li malên xwe li ser axa xwe bijîn. Em naxwazin li erdên kesên din bibin kole. Yekane daxwaza me pêşeroja zarokên me ye.”BI DÎMEN   *Rêvebera MEBYA-DER’ê Ceyda Dîndar, diyar kir ku êrîşên li hember goristanan, êrîşên li hember mafê çand û ziman, berdewama polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê ne û got: “Gelê Kurd bi sedsalan e li dijî vê têdikoşe. Divê em xwedî li vê têkoşînê derkevin.” DÎMEN HEYE   *Bertek û nerazîbûnên li hemberî xistina parlamenterî û girtina Leyla Guven û Musa Farisogullari didomin. Hevşaredara Êlihê û aktîvîstên TJA'yê bertek nîşan da û gotin: "Bi xistina parlamenterî û girtinê dixwazin darbeyek li Gelê Kurd bixin. Leyla hem pêşeng hem ji vîna bi milyonan welatiyan e. Divê were zanîn ku li hemberî êrîşen bi vî rengî dê têkoşîn bidome." BI DÎMEN