Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî 'Jimartina eskerî' didome 2020-06-04 16:39:50   ENQERE - ÎHD, MED TUHAD-FED, OHD Û ÇHD'ê, derbarê 8 girtiyên li Girtîgeha Kirşehîrê raporek amade kir û got: "8 girtiyên ku 'jimartina leşkerî' li wan hat ferzkirin, qebûl nekirine û dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine."   Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), rapora ku derbarê girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîrê amade kiribû, aşkera kirin. Rapor li Navenda Giştî ya ÎHD’ê bi civînekê aşkere kirin. Nûnerên rêxistinên civakî û parazvanên mafên mirovan amade bûn.    Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, diyar kir ku weke heyet di 1’ê hezîranê de çûne Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîrê û bi girtiyên bi navê E.K, C.Y., F.G., M.D., M.K. û Ç.Y. re hevdîtin kirine. Nûray, agahî da ku di navbera 19 û 28’ê gulanê de ji ber zextên li ser xwe girtî E.K, C.Y., F.G., M.D., M.K. û Ç.Y cûda cûda dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.    Nûray, diyar kir ku girtiyên ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û bi wan re hevdîtinê kirine, ji wan qala zextên ku li wan hatine kirin, kirine û wiha got: “Jimartin û pekanînên leşkerî û lêgerîna tazî li girtiyan tên ferzkirin. Girtî tên derpkirin û muameleya xerab li wan tê kirin.”   Di naveroka raporê de hemû binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi hûrgilî hatine nivîsandin.