'Rewşa girtiyên nexweş û xwedî zarok di talûkeyê de ye' 2020-06-04 09:12:54   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Zozan Oner a ku xwişka wê Cîhan Oner li girtîgeha Jinan a Şakranê ye, diyar kir ku pandemî didome û got divê girtiyên nexweş û yên bi zarokên xwe re girtîne demildest bên tehliyekirin.   Hevdîtinên li girtîgehan ên ji ber pandemiyê hatibûn qedexekirin ji 1’ê Hezîranê de li gelek girtîgehan hevdîtina girtî dîsa dest pê kir. Di çarçoveya vê de li girtîgeha Jinan a Şakranê hevdîtina girtî ya ewil hat kirin. Zozan Oner jî bi xwişka xwe Cîhan Oner re di 1’ê Hezîranê de hevdîtin kir. Zozanên der barê mijarê de nirxandin kir.   ‘Divê girtiyên nexweş û yên bi zarok demildest bên berdan’   Zozanê da zanîn ku ne kes, mirovahî di bin dîlgirtinê de ye û da zanîn ku girtiyên nexweşiyên wan yên kronîk hene kontrolên wan nayên kirin û bi taybet divê girtiyên nexweş û yên bi zarok demildest bên berdan. Zozanê wiha got: “Fatma Ozbay nexweşa pençeşêrê ye lê nayê dermankirin. Milê wê yê çepê ditevize. Kontroleke tenduristiyê ya baş tune ye. Diçin nexweşxaneyên li girtîgehan. Lê divê biçe beşa onkolojiyê. Muxatab nayê girtin. Girtiyên bi zarok hene. Du dayik û du zarok. Selman Altan di ser temenê 70’ê de ye. Divê bê emeliyatkirin. Bi kursiyê dibin hevdîtina telefonê. Divê ev mirov li ber çavan bên girtin.”   ‘Li koguşan 45 kes dimînin’   Zozanê destnîşan kir ku ji bo kesên ji derve tên, koguşek vala kirine û li wir digirin karantînayê û wiha berdewam kir: “ Koguşên din jî hejmara wan derketiye 45’an. Divê koguş bên dezenfektekirin. Yên ji derve tên dezenfekte dikin. Yên çûn hevdîtinê, lepik û rûpûş nadên. Divê ji bo wan bê dayîn.”   ‘Xwarin kêm in, pere û alav jî bi posteyê tê dayîn’   Zozanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku li gorî agahiyan, di pêvajoya pandemiyê de xwarin gelek xerab bûne û got: “Xwarin gelek xerab in. Kêm didin û her wiha konserve ne. Xwarin ji aliyê girtiyên edlî ve dihatin çêkirin. Lê ji ber hatin tahliyekirin niha rêveberiya girtîgehê çêdike. Berê konserve bûn lê niha hinek baş kirine. Lê kêm didin.”   'Ew li hundir in lê ji bo me bi fikar in'   Sozanê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji ber vîrusê ji koguşê tenê 4 kes derketine hevdîtinê û ji kesên çûne hevdîtinê jî tenê yek hatiye qebûlkirin û wiha dawî lê anî: “Ew li hundir in lê ji bo me bi fikar in. Kêfa hemûyan hat. Silavên me birin ji bo wan kêfxweşiyek mezin bû. Moral da wan. Ji ber vê em dibêjin ku bila ev demildest bi dawî be û malbat dîsa zarokên xwe bibînin. Em nizanin ku pêvajo wê çawa be. Dibêjin meha îlonê lê hinek din zû hevdîtinên vekirî pêk bên wê baş be. Mafê hevdîtina telefonê ya hefteyê du caran didome. Hevdîtina girtî jî ji 45 deqeyan derket saetekê.”