Hişyariya normalbûnê: Ne pandemî aborî tê birêveberin 2020-06-04 09:11:40   ENQERE - Prof. Dr. Gulrîz Erîşgen got ji ber fikarên aboriyê pêvajoya normalbûnê dane destpêkirin û got: “Tirkiye di hejmara bûyerên aktîf de di hejmara 5’an a ewil de ye û di rojên pêş de dibe ku hejmar zêde bibe. Ne pandemî, aborî tê rêveberin.”   Di 1’ê Hezîranê de pêvajoya normalbûnê dest pê kir û di çarçoveya vê de sînorkirina gerê hat rakirin, kafe, baxçeyên çayê, lokante û otel hatin vekirin. Pispor jî diyar dikin ku pêngavên normalbûnê hîna zû bû û hişyariya dibe ku hejmar zêde dibe kirin.   Prof. Dr. Gulrîz Erîşgen ku di heyeta Şopanadina Covîd-19 a Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) de cih digire, pêvajoya normalbûnê nirxand.   Gulrîzê bi lêv kir ku ew wek TTB pêvajoyê zû dibînin û got ji bo normalbûn pêk bê, divê hejmara kesên bi şewbê dakeve bin 500’î û li gorî krîterên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ji bo normalbûn destpê dike, divê hejmar bi awayekî cidî bikeve. Gulrîzê wiha got: “Ji bo normalbûnê divê hejmar bikeve bin hezarî. Carcaran dikeve lê dîsa radibe ser hezarî. Ne pêkane em bêjin hejmar daketiye. Li gorî daneyên Rêxistina Efûyê ya Cîhanê, Tirkiye di mijara hejmarên nû û aktîf de di nav 5 welatan de ye.”   ‘Li her bajarî normalbûn şaş e’   Gulrîzê daxuyakirin ku ji bo hikûmet gavê bavêje divê ewil rewş binirxanda û pişte gav bavêta û got: “Li her bajarî di heman demê de pêvajoya nermbûnê hat destpêkirin. Ev hem zû bû hem jî di alî rêbazê de ne di cih de bû.”   ‘Li ser fikarên aborî xistin jiyanê’   Gulrîzê destnîşan kir ku normalbûn li ser fikarên aborî ketiye jiyanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne li ser tenduristiyê, li ser fikarên aboriyê pêvajoya normalbûnê hat destpêkirin. Bi rakirina qedexeya gerê wê tespîta bûyeran jî neyê kirin. Rakirina gerê tespîta bûyeran gelek zehmet bike. Dibe ku ev pêla duyemîn jî bîne û hejmar bi lez zêde bibin. Ji ber vê divê em tedbîrên xwe wek her tim bigirin û heta ku ji destê we tê cih neguherin. Di vê pêvajoyê de ne pandemî, aborî hat bi rêvebirin.”