‘AKP bi êrîşan dixwaze hêza xwe biparêze’ 2020-06-04 09:09:08   EDENE-MERSÎN - Jinan balkişandin ser sererastkirina ku ji bo êrîşa zayendî ya li dijî zarokan efûyê pêşniyar dike û şîdeta li ser jinan ya di pêvajoya pandemiyê de zêde bûye û gotin: “Sedema zêdebûna şîdetê poltîkayên dewletê ne. Tevî hemû zextan em ê xwedî li destkeftiyên jinan derkevin."   Endamên Platforma Jinan a Edenê û ya Mersînê, sedemên zêdebûna şîdeta li ser jinê ya zêde bûye û polîtîkayên desthilatdariyê nirxandin.   ‘Efûya êrîşa zayendî tune ye’   Endama Lijneya Dîsîplînê ya Egîtîm Sen a Mersînê Nermîn Karasu, balkişand ser pêşnûmeya ku bi riya zewacê efûyê ji bo kesên ku êrîşa zayendî li dijî  zarokan dikin tîne û got: “Bi van qanûnên ku êrşên zayendî û şîdet normal tên dîtin, wê peyamana Stenbolê jî bê bandor bê hiştin. Wê gumanbar bên efûkirin û zarok jî terkî îstîsmarê bên kirin. Em jin dibêjin ku efûya êrşa zayendî ya li dijî zarokan tune ye. Em vê pêşnûmeya ku pêşî li darazê digire red dikin.”   ‘Divê civak dengê xwe bilind bike’   Nermînê destnîşan kir ku hedefgirtina jinan ne tesadufe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin dizanin ku qanûnên wisa jiyana wan teng dikin, qadên hilberîna wan sînor dikin, ewlehiya wan ya jiyanê tune dikin. Ji ber vê jî naxwazin dengê jinan bê bihistin. Dixazin jinan mahkumê bêdengiyê bikin. Ev jî bêguman birîna mezin a civakê ye. Zarok deng dernexin wê mezin derbixin. Yên dengê xwe bilind dikin jî jin in. Lê divê hemû civak li dijî van pêkanînan dengê xwe bilind bike, serî netewîne.”   ‘Dixwazin bigirin bin kontrolê’   Endama Meclîsa Jinan a Edenê ya HDP’ê Sevcan Ak jî bi lêv kir ku pergala serdest a mêr xwe li ser binpêkirina jinê heyî dike û wiha berdewma kir: “Çiqas binpêkirin evqas hebûn. Bêguman ev girêdayê têkoşîna jinê ye û bi pêşnûmeya êrîşê re girêdayê ye. Ewil dixwazin yên deng derdixin bikin bin kontrolê. Jin li dijî vê bêdeng namînin.”   Endama Partiya Çep û Keskan (YSP), Bahar Gungor jî daxuyakirin ku jin bi awayekî sîstematîk bi êrîşa mêr re tên rû hev û hewl tê dayîn ku ev ji rêzê bê dîtin û got: “Li dijî Peymana Stenbol û qanûna hejmar 6284 ya jinan diparêze jî şer dane destpêkirin. Ceza nayên dayîn. Em dizanin ku azadbûna jinan desthilatdariyê dihejîne. Ji ber vê wê xespkirina maf bidome. Jin wê li her derê xwedî li Peymana Stenbolê û destkeftiyên jinan derkevin.”