'Ji ber pirsgirêka avê em bi zehmetiyan rû bi rû dimînin' 2020-06-04 09:01:32   Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Jina bi navê Rehef Cilî ya li Gundê Mindesayê ya ku ji ber pirsgirêka avê û pirsgirêka peydakirina wesayetan bi zehmetiyan rû bi rû dimîne wiha got:"Ji ber ku wesayeta me tune ye em mecbûr dimînin ku bi kerê avê bikşînin. Ev yek jî ji bo me zehmet dibe. Ji ber pirsgirêka avê em bi zehmetiyan rû bi rû dimînin."   Dema Gundê Mindesa yê Til Temirê di bin kontrola rejîmê de bû tu xizmet jê re nedihat kirin. Ne dibistan li gund hebûn ne jî ava paqij. Niha jî ji ber ku Stasyona Gundê Elokê yê nêzî Serêkaniyê di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ye loma av tê qutkirin û li Gundê Mindesayê jî pirsgirêka avê derdikeve. Beriya 10 salan ji Çemê 17'ê Nîsanê av dihat kişandin. Lê ji ber ku ev çem meciqî pirsgirêka avê zêdetir bû. Têkildarî mijarê Rehef Cilî ya li Gundê Mindesayê diyar kir ku pirsgirêka avê rê li zehmetiyên mezin vedike û wiha got:"Av pêdiveyeke jiyanî ye. Loma pirsgirêka avê dibe sedema zehmetiyên mezin."   'Ava bîran şor e, ji kesên nexweş re nabe'   Rehefê derbarê pirsgirêka avê de ev yek anî ziman: "Nebûna ava şêrîn li gund barê me giran dike. Rast e şaredarî sarincên ava şêrîn dişîne gund, lê ew jî têrê nake. Ava bîran jî şor e û nexweşiyên pir cuda bi me re çêkiriye û ji kesên nexweş re jî nabe."   'Em 10 km dimeşin heta ku em avê peyda dikin'   Rehefê derbarê peydakirina ava şêrîn de wiha got: "Li gundê Til Erfanê, em avê ji Mala Xiznawî tînin. Em avê ji wir tînin lê ew jî zêdetirî 10 km dûrî gundê me ye. Wesayeta me tune ye ku em pê herin avê ji gund bînin û werin, ji ber wê min sala borî kerek kirî û avê pê tînim malê û ji çêleka me re jî gîhayê tînim."   'Ji ber wesayet tune ye em ji mecbûrî bi kerê avê dikşînin'   Rehefê wiha dewam kir:"Kera min barê min sivik kiriye. Dayik û bavê min nexweş in û nikarin rabin. Niha ez debara malê dikim. Ker jî ji ka û gîhayê pê ve tiştekî naxwe. Carinan di peydakirina ka de em zehmetiyan dikşînin ji ber wê em gîha didin wê. Ji ber wesayet tune ye em ji mecbûrî bi kerê avê dikşînin. Rojane, em 10 km. dimeşin heta ku em digihêjin gundê Til Erfanê. Ava ku em ji wir tînin him dayik û bavê min ên nexweş jê vedixwin û him jî ji bo çêkirina xwarin û çaya malê jî em bi kar tînin."