ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-04 09:00:00   *Jina bi navê Rehef Cilî ya li Gundê Mindesayê ya ku ji ber pirsgirêka avê û pirsgirêka peydakirina wesayetan bi zehmetiyan rû bi rû dimîne wiha got:"Ji ber ku wesayeta me tune ye em mecbûr dimînin ku bi kerê avê bikşînin. Ev yek jî ji bo me zehmet dibe. Ji ber pirsgirêka avê em bi zehmetiyan rû bi rû dimînin." DÎMEN HEYE   *Endamên Meclîsa Kantona Efrînê di derbarê kiryarên dewleta tirk ên di derheqê jinan de tê kirin wiha gotin: "Bûyerên bê exlaqî ên derheqê jinan de her diçe zêdetir dibe. Bêdengiya dewletan em qebûl nakin." DÎMEN HEYE   * Endama Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Heyhan Elî bal kişand ser çekdarkirina zarokên temenbiçûk û got: "Zarok ronahiya siberojê ne, lê dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê zarokan qetil dikin. Mafê wan binpê dikin û di temenekî biçûk de çek dide destên wan." DÎMEN HEYE   *Şêniyên gundê Elemûn ê Qilebanê herî zêde debara xwe bi ajalvaniyê dikin. Jina bêrîvan a bi navê Fatma Olmez ku li heman gundî dimîne diyar kir ku ajalvanî zahmet e lê ji bo debarê tu çareyeke wan a din tune ye. BI DÎMEN   *Dayikên Mexmûrê têkildarî ambargoya Mexmûrê ya ku ev 11 meh in dewam dike de anîn ziman ku rewş her ku diçe zehmetir dibe û gotin:"Em dixwazin demildest ev ambargoya li ser me bi dawî bibe.  BI DÎMEN   *Dayika Aştiyê Nure Tekîn jiyana wê bi têkoşînê derbas bû. Keça wê Xemgîn Dayik dayika xwe wiha vegot: “Dayika min li dijî zext û nexweşiyê têkoşiya. Ji berxwedanê hez dikir. Her tim di eniya pêş de dimeşiya.” BI DÎMEN   *Ji bo Vîrusa Koronayê hîna aşî nehatiye dîtin lê li Tirkiyeyê welatî di mijara aşiyê de bi guman in. Gelek jinên me nêrîna wan pirsî diyar kirin ku dane zelal nayên vegotin û naxwazin wekî koban bên bikaranînin. BI DÎMEN   *Esnafên sê meh bûn ji ber vîrusê dikan girtibûn, bi normalbûnê re dikan vekirin lê hîna jî bi fikar in. Esnafan diyar kirin ku divê tedbîr berdewam bikin û gotin: “Di vê pêvajoyê de hikûmetê yek da du girt.” BI DÎMEN   *Prof. Dr. Gulrîz Erîşgen got ji ber fikarên aboriyê pêvajoya normalbûnê dane destpêkirin û got: “Tirkiye di hejmara bûyerên aktîf de di hejmara 5’an a ewil de ye û di rojên pêş de dibe ku hejmar zêde bibe. Ne pandemî, aborî tê rêveberin.” Di 1’ê Hezîranê de pêvajoya normalbûnê dest pê kir û di çarçoveya vê de sînorkirina gerê hat rakirin, kafe, baxçeyên çayê, lokante û otel hatin vekirin. Pispor jî diyar dikin ku pêngavên normalbûnê hîna zû bû û hişyariya dibe ku hejmar zêde dibe kirin.   *Jinan balkişandin ser sererastkirina ku ji bo êrîşa zayendî ya li dijî zarokan efûyê pêşniyar dike û şîdeta li ser jinan ya di pêvajoya pandemiyê de zêde bûye û gotin: “Sedema zêdebûna şîdetê poltîkayên dewletê ne. Tevî hemû zextan em ê xwedî li destkeftiyên jinan derkevin."   *Zozan Oner a ku xwişka wê Cîhan Oner li girtîgeha Jinan a Şakranê ye, diyar kir ku pandemî didome û got divê girtiyên nexweş û yên bi zarokên xwe re girtîne demildest bên tehliyekirin.BI DÎMEN