Jinên li Şirnexê: Li dijî zilmê mezinkirina berxwedanê 2020-06-03 16:20:35   ŞIRNEX - Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Şirnexê û aktîvîstên TJA'yê li dijî êrîşên li hemberî jinê daxuyaniyek dan û gotin: "Dewlet çawa çekên xwe yên zilmê nîşanê me dide em jî deng û awazên xwe yên berxwedanê bilind dikin. Em ê li hemberê komkujiya jinê bêdeng nabin."    Bertek û nêrazîbûnên li hemberî girtina siyasetmedar, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosa yê didomin. Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê û aktîvîstên TJA'yê li dijî girtin, êrîş û şîdeta li hemberî jinê xwestin li Kolana Hunerê ya Şirnexê daxuyaniyê bidin, lê polîsan daxuyanî asteng kir. Li dijî astengiya polîsan jinan berê xwe da Qada Mesîreyê û li vir zincîra xemrî ava kirin û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de dawîzên wekî “Komkujiya jinê polîtîk e”, “Ji tundiya jinê re na" û “Li dijî tundiya mêr û dewletê em serî radikin" hatin rakirin.    Di çalakiyê de parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr daxuyanî da û di destpêke de bal kişand ser şîdeta li hemberî jinê û got: "Di meha çileyê heta îro 170 jin hatin qetilkirin. Sedî 70'ê jin aliyê hevjînê xwe ve hatin kuştin. Sedî 30 jin jî hêj kujerên wan ne diyar in. Aqûbeta kiryarên jinan nayê zanîn. Di meha gûlanê li Tirkiyeyê 21 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Di nav hefteyekî de 3 jin hatin kuştin. Nayê zanîn ku ev jin ji aliyê kî ve hatin kuştin. Destirijiya li hemberî jinê û qanûn ku îro li Tirkiyê hene hêzê dide kujerê jinan. Em bêdengiya komkujiya li dijî jinê qebûl nakin û em nikarin bê bertek jî bisekinin. Şûna ku rêvebiriya desthilatdar xwedî nirx û hebûna jinê derbikevin û pêşiya tundiyê bigirin mixabin ew kesên ku li dijî tundiyê deng dide rêveberiya desthilatdar, komên ewlehiyêbi ser jinê ve dişînin.”   Nuran, bal kişand ser êrîşa li dijî Komeleya Jinan a Rosayê û wiha pê de çû: “Komeleya jinan li herêmê li dijî şîdeta li hemberî jinê xebateke girîng dida meşandin û jinên li herêmê dijîn xwe digihandin komeleyê. Saziyên me yên jinan bi KHK’ê hatin girtin û xebatkarên saziyan dîl hatin girtin. Îro Rosa li heremê bi tenê saziyek e. Şaredariyên me li gor derfetên xwe midûriyeta polîtîkayên jinan avakirin. Saziyên serbixwe hatin avakirin. Lê belê bi tayînkirina qeyûman re hemû saziyên jinan hatin girtin. Îro li Tirkiyê sedî 90 tundiya derûniyê heye, sedî 85 tundiya fîzîkî li ser jinê heye û saziyeke jinan jî tuneye. Ev jî şerma rêveberiya desthilatdariyeyê. Rêveberiya desthilatdar jinên ku li hemberê êrîşên mêran bertek nîşan didin tundiyê bikar tînin û dixwazin jinan bêdeng bikin. Êrîşa ku li dijî Rosayê hat kirin ne jî rêzê ye. Ew dixwazin dengê jinan dernekeve. Naxwazin jin xwedî mafê xwe derbikeve. Dewlet îro rengê xwe yê zilmê carek din nîşandan.”   ‘Ji kuştina jinê re na'    Nuran, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ger ku hûn çekên xwe yên zilmê nîşanê me bidin em ê jî deng û awazên xwe yên berxwedanê bilind bikin. Em ê li hember desteser kirina vînê û komkujiya jinê bêdeng nebin. Xûlikandina civakê ji bedena jinê diafire. Heta ku jin hebe wê jiyan jî azad be. Tovên çanda tundiyê, nebaweriyê û îxaneyê  diçinin. Em li dijî tundî, komkûjî êrîşên jinê re dibêjin na! Em ji dewletê tu tiştî naxwazin, bila tenê destên xwe dirêjî nirx û vîna me bikişînin.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyane jiyanê nekuje” û “Bijî Piştgiriya Jinê” bi dawî bû.